Amed (Rûdaw) - Pêşangeha 8emîn a Xwarinên Xwemalî ya Mezopotamyayê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê deriyên xwe ji welatiyan re vekir.
Li Amedê 8emîn Pêşangeha Xwarinên Xwemalî bi beşdariya 172 şirketên ji 62 bajaran 17ê vê mehê dest pê kir.
Li pêşangehê curbicur xwarin û xwirekên bajaran ên organîk tên nîşandan û firotin.
Pêşangeh dê heta 22yê mehê ji bo serdanan vekirî be.
Firoşkar Sebahattîn Aydin diyar kir ku ew dixwazin çanda xwarinê ya bajêr bidin nasîn û got:
“Em ji bo fuarê hatine. Me xwarinên xwe anîne û em çêdikin da ku milet bizanibe li Diyarbekirê çi xwarin tên çêkirin û çi tên xwarin.”
Firoşkar Huseyîn Kizilbak jî qala eleqeya xelkê kir û anî zimên:
“Em li Amedê mantiya xwe çêdikin, navê wê Neva ye.
Beşdar dixwin û careke din dîsa tên dixwin, loma ew qas qelebalix e.”
“Hingivê Dêrsimê û qeliya Çewlîgê li vir e”
Firoşkar Huseyîn Yildizê ku ji Dêrsimê hatiye bangî welatiyan kir û got:
“Werin werin, em ji Dêrsimê ji Munzûrê hatine.
Hingivê me heye, penîrê me yê tulumê heye, hingivê me yê Qereqovanê heye. Werin me ziyaret bikin.”
Firoşkarekî ku ji Erziromê hatiye jî got:
“Me goştê berxên xwe yên ku li zozanan diçêrin ji mêvanên xwe re anîne.
Em heta roja yekşemê li vir in, bila xelkê Diyarbekirê were.”
Firoşkarê bi navê Mihemed jî bal kişand ser berhemên xwezayî û got:
“Me penîrê Erzînganê, qeliya Çewlîgê, rûn, bastîq û penîrê Diyarbekirê anîne.
Em hemûyan bi temamî organîk difiroşin.”
“Me pêdiviyên xwe yên zivistanê kirîn”
Welatiya bi navê Ayşe Cengîzê kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
“Fuar pir xweş e, pir dewlemend e. Her bijî Amed.”
Welatiyê bi navê Abdullah Akyol jî got:
“Ez hatim da ku gûz, behîv, bastîq û pêdiviyên xwe yên zivistanê bikirim.”
Medîne Bînbîrê jî da zanîn ku ew ji pêşangehê razî ne û got:
“Em par jî hatibûn. Fuar baş e. Patîleya me heye. Em ji her cureyî çêdikin. Baş e, rind e.”
Songul Satika ku ji Almanyayê hatiye jî got:
“Em ji Berlînê hatine. Me xwest em hevalên xwe bibînin.
Me rûnê nivîşk, bastîq û xwarinên hişkkirî kirîn.”
Pêşangeha Xwarinên Xwemalî ya Mezopotamyayê par mêvandariya zêdetirî 370 hezar kesî kiribû.
Ji bo pêşangeha îsal bendewarî zêdetir e û pêşangeh dê heta 22yê mehê roja yekşemê vekirî be.


