کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Li Dîlokê bereketê rûyê cotkaran geş kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

22-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran22-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û berfê hat dayîn
Kurdistan22-11-2026

Li Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur û berfê hat dayîn

Abdullah Yaşin: Cihê gorên mîrên Botanê bûye destavxane
Kurdistan22-11-2026

Abdullah Yaşin: Cihê gorên mîrên Botanê bûye destavxane

Ji bo dayîna nasnameya Sûriyeyê ji sedî 80yê hevdîtinên ‘Kurdên Mektûm’ qediyane
Kurdistan22-11-2026

Ji bo dayîna nasnameya Sûriyeyê ji sedî 80yê hevdîtinên ‘Kurdên Mektûm’ qediyane

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Girgamêşê ya Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, demsala çinîna naneyê gihîştiye qonaxa dawî.

Dîlok di berhemanîna naneyê de parêzgeha herî dewlemend a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye û tê pêşbînîkirin ku îsal ji sedî 78ê naneyê Tirkiyeyê dabîn bike.

Îsal li vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê li ser rûberê 7 hezar û 600 donimî nane heye û pêşbîniya 19 hezar û 700 ton berhemî tê kirin.

Li Dîlokê rêjeya herî zêde ya naneyê li sînorê navçeya Girgamêşê ye ku dikeve qeraxa Çemê Feratê.

Li gorî Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê, ji sedî 55ê naneyê parêzgeha Dîlokê dikeve sînorê navçeya Girgamêşê.

“Îsal dê berhem zêdetir bibe”

Birêvebirê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Îbrahîm Saglam li ser berhemê îsal wiha got:

“Girgamêş di berhemanîna naneyê de bi nav û deng e.

Me par li ser rûberê 7 hezar û 500 donimî 18 hezar û 900 ton nane berhem anî.

Bi vê yekê me ji sedî 75ê berhemê Tirkiyeyê dabîn kir. Îsal dê berhem zêdetir jî bibe.”

Saglam diyar kir ku vê pêşhatê welatî dilxweş kirine û wiha pê de çû:

“Îsal em pêşbîniya nêzîkî 19 hezar û 700 ton berhemî li ser rûberê 7 hezar û 600 donim erdî dikin.”

Her wiha wekî amadehî, her ji niha ve hejmara dezgehên hişkkirin û qutîkirinê tê zêdekirin.

“Nane ji bo gelek salan berhem dide”

Alî Yilmazê ku yek ji cotkarên sînorê navçeya Girgamêşê ye diyar kir ku nane ji aliyê rêjeya berhem û bihayê xwe ve ew dilxweş kirine û got:

“Nane ji bo gelek salan berhem dide. Carekê tu diçînî û zêdetirî 10 salan dimîne. Her sê salan carekê em serobin dikin û rehê riwekê nû dikin.”

Pirsên