کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk / Wêne: Arşîv

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Serokê PWKyê: Nîqaşên ku zererê didin HEVBENDIyê nayên qebûlkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

MÛŞ - Birûskê minareya mizgeftê hilweşand
Kurdistan23-11-2026

MÛŞ - Birûskê minareya mizgeftê hilweşand

Li 4 navçeyên Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin
Kurdistan23-11-2026

Li 4 navçeyên Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Bexda sîstema parastina asmanî dikire: Herêma Kurdistanê û Kormor jî di planê de ne
Kurdistan23-11-2026

Bexda sîstema parastina asmanî dikire: Herêma Kurdistanê û Kormor jî di planê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bangî siyasetmedar, rewşenbîr û raya giştî ya welatperwer kir ku li Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) xwedî derkevin û wê xurt bikin.

Mustafa Ozçelîk her wiha got, “Nîqaşên ku zererê didin HEVBENDIyê nayên qebûlkirin.”

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk îro daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser avakirina HEVBENDIyê û nîqaşên vê dawiyê.

Ozçelîk diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê tevî gelek hewldanan jî heta niha pêkneanîna tifaqa siyasî wekî birîneke kûr li pêşberî wan sekiniye.

Wî da zanîn ku ji bo kewandin û pêçandina vê birînê, di konferansa 7ê Çiriya Paşîn a 2026an a li Amedê de HEVBENDÎ hat avakirin û 9ê Çiriya Paşîn a 2026an ji raya giştî re hat ragihandin.

Operasyona li dijî HEVBENDIyê û piştgiriya gel

Serokê Giştî yê PWKyê destnîşan kir ku piştî ragihandinê di nav Kurdên welatperwer ên li Kurdistan, Tirkiye û diyasporayê de kelecaneke mezin û piştgiriyeke xurt çêbûye.

Bi gotina Ozçelîk piştre derdorên nijadperest, faşîst û şoven ên li Tirkiyeyê êrişî HEVBENDIyê kirine û li dijî wê operasyoneke polîsan hatiye destpêkirin.

Li gorî daxuyaniya Ozçelîk, ev operasyon bûye sedema bertekên mezin, piştgirî û xwedîlêderketina ji bo HEVBENDIyê qat bi qat zêde bûye û bi bandora vê yekê endamên Meclîsa HEVBENDIyê yên ku hatibûn desteserkirin li dozgeriyê hatine berdan.

“Nîqaşên ku zererê didin nayên qebûlkirin”

Mustafa Ozçelîk xemgîniya xwe ya li ser hinek gotûbêj û nîqaşên vê dawiyê anî zimên û got:

“Li Bakurê Kurdistanê, tevî hemû kêmasiyên xwe jî di demekê de ku ji bo hûnandina pêwîstiya yekîtiya miletê me ya gav bi gav atmosfereke wiha erênî ava bûye, em dibin şahidê hin gotûbêj û nîqaşên ku me xemgîn dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev gotûbêjên wiha ji feydeyê bêtir dê zererê bidin tifaq û hişmendiya neteweyî.”

Serokê PWKyê diyar kir ku hinek alî ji rola girîng a ku HEVBENDÎ dikare di doza azadiya welatê wan de bilîze ditirsin û aciz dibin.

Ozçelîk amaje pê kir ku mirov dikare acizbûna hêzên serdest, derdorên nijadperest û yên ku rastiya Kurdistanê tune dihesibînin heta radeyekê fêm bike lê wan gotûbêjên navxweyî qebûl nakin û wiha pê de çû:

“Gotûbêj û nîqaşên di nav derdor û kadroyên welatperwer de ku dê zererê bidin HEVBENDIyê û dê zererê bidin hesret û hestên yekîtiyê yên miletê me, em rast nabînin û ev nayên qebûlkirin.”

Civîna Amedê û banga li pêkhateyan

Ozçelîk eşkere kir ku Meclîsa HEVBENDIyê dê 28ê Çiriya Paşîn a 2026an li Amedê bicive.

Li gorî agahiyên ku wî dane, dê di vê civînê de li gorî biryarên konferansa 7ê Çiriya Paşîn û civîna 9ê Çiriya Paşîn şiklê dawî yê bername û hiqûqa navxweyî ya HEVBENDIyê bê dayîn û bernameya xebatê bê diyarkirin.

Serokê Giştî yê PWKyê bangî hemû aliyên Kurd û pêkhateyên HEVBENDIyê kir û got:

“Daxwaz û temeniya me ew e ku bi temamî dawî li van gengeşiyên bêwate û bêencam û di ser de jî zererê didin bê anîn.

Ez bangî siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, Kurdistanî û raya giştî ya welatperwer dikim ku dawî li gotin, tohmet, helwest û nêzîkatiyên ku têkilî û dostaniya di navbera hêzên welatperwer de diêşînin û dibin sedema dijminatiyê bînin.

Ez bangî hemû pêkhateyên HEVBENDIyê jî dikim ku xwe ji daxuyanî û helwestên ku dê zererê bidin bernameya HEVBENDIyê, hiqûqa wê ya navxweyî û demokrasiya navxweyî dûr bigirin.”

Ozçelîk ragihand ku ew wekî PWKyê dê li gorî hesasiyetên di vê bangê de hatine zimên tevbigerin.

Wî HEVBENDÎ wekî “gaveke mitewazî ya tifaqê ku li Bakurê Kurdistanê ji nû ve hêviyên gel geş dike” bi nav kir û bangî her kesî kir ku piştgiriya wê bikin û wê xurt bikin.

Nûçeyên Têkildar

MÛŞ - Birûskê minareya mizgeftê hilweşand
Kurdistan23-11-2026

MÛŞ - Birûskê minareya mizgeftê hilweşand

Li 4 navçeyên Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin
Kurdistan23-11-2026

Li 4 navçeyên Wanê ji ber berfê dibistan hatin girtin

Bexda sîstema parastina asmanî dikire: Herêma Kurdistanê û Kormor jî di planê de ne
Kurdistan23-11-2026

Bexda sîstema parastina asmanî dikire: Herêma Kurdistanê û Kormor jî di planê de ne

Pirsên