Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) piştgiriya xwe ji bo helwesta hevpar a PDK û YNKyê ya li dijî biryarên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand.
Biryara Serokwezîrê Îraqê ji bo sînordarkirina desthilata petrolê ya Herêma Kurdistanê û radestkirina kontrola deriyên sînor e.
PSKyê diyar kir ku helwesta hevpar a her du partiyan dilê welatparêzên Kurd geş kiriye û ew wan pîroz dikin.
Her wiha PSKyê bang li PDK û YNKyê kir ku ji bo çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina hikûmeta nû jî bi heman hesta berpirsyariyê tevbigerin.
Daxuyaniya PSKyê
“Bang li PDK û YNKyê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyeke hevpar li dijî biryara Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî derketin.
Biryar ew e ku desthilatdariya Herêma Kurdistanê ya derxistina petrola xav û berhemên petrolê ya ji bo hinardekirinê were sînordarkirin û kontrola hemû deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê radestî Heyeta Deriyên Sînor a Îraqê were kirin.
Di daxuyaniya hevpar a PDK û YNKyê de hatiye gotin: 'Ji bilî ya ku di Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin, her tedbîr û biryareke din a li dijî Herêma Kurdistanê li dijî Destûra Bingehîn e. Herêma Kurdistanê encama xwîna gelê Kurd û têkoşîneke dirêjdem e. Binpêkirina maf û destkeftan xeteke sor e.'
Vê helwestê dilê welatparêzên Kurd ên ku bi awayekî rewa ji ber nakokiyên di navbera her du partiyan de dilgiran bûn rihet kiriye.
Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji ber vê helwesta YNK û PDKyê wan pîroz dikin û piştgiriya xwe ji wan re diyar dikin.
Em bangî YNK û PDKyê dikin ku ji bo têkbirina plan û lîstikên li dijî Herêma Kurdistanê, parastin û bipêşxistina destkeftên neteweyî, ji nû ve xebitandina Parlamentoya Kurdistanê û avakirina hikûmeta nû jî bi heman hesta berpirsyariyê tevbigerin.
24ê Çiriya Paşîn a 2026an
PSK - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê”



