Hewlêr (Rûdaw) - Koma Kurdistan Mala Me li hemberî biryarên dawî yên hikûmeta Îraqê yên li dijî statu û destkeftiyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew van destwerdanan protesto dikin.
Koma Kurdistan Mala Me bangî hemû Kurdan kir ku li seranserî cîhanê piştgiriya neteweyî ya ji bo Başûrê Kurdistanê xurt bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryarên 24ê Çiriya Paşîn ên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî destwerdaneke metirsîdar a navendparêziyê ne.
Komê diyar kir ku bi van biryaran tê armanckirin ku kontrola li ser deriyên sînor radestî hikûmeta federal bê kirin, birêvebirina qadên petrolê yên di bin kontrola ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê de ji Wezareta Petrolê ya Îraqê re bê hiştin û hinartina petrolê bikeve bin çavdêriya Bexdayê.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewldanên ji bo navendîkirina desthilatan binpêkirina eşkere ya sîstema federal û Destûra Îraqê ne.
Hat teqezkirin ku divê Îraq pêbendî destûrê be û rêzê li maf û statuya Herêma Kurdistanê bigire.
Piştgiriya yekdengiya PDK û YNKyê
Koma Kurdistan Mala Me da zanîn ku statu û destkeftiyên Herêma Kurdistanê encama têkoşîneke dûrûdirêj û bedelên giran ên miletê Kurd in.
Komê xebata hevpar û helwesta yekgirtî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi başî nirxand.
Komê xwest ku ev hevkariya di navbera PDK û YNKyê de bibe hevkariyeke mayînde û di mijarên neteweyî de nakokiyên siyasî li aliyekî bên hiştin.
"Başûrê Kurdistanê bi tenê nîne"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 70 milyon Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wekî destkeftiyên xwe dibînin.
Koma Kurdistan Mala Me bangî Kurdên li Ewropa, Amerîka û hemû cîhanê kir ku bi rêya xwenîşandanên demokratîk, daxuyaniyên çapemeniyê û xebatên dîplomatîk xwedî li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê derkevin.
Her wiha bangî civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî parastina sîstema federal a Îraqê û mafên rewa yên Herêma Kurdistanê berpirsyariyê bigirin ser milê xwe.



