Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di şerê du aliyan de 6 kes birîndar bûn û 4 kes hatin desteserkirin.
Îro pêncşemê li Taxa Yenîşehîrê ya Siwêregê di navbera du aliyan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Di encamê de her du aliyan bi dar, kevir û çekan êrişî hevdu kir.
Di pevçûnê de 2 kes bi çekan û 4 kes jî bi dar û keviran birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Polîsan li cihê bûyerê 4 gumanbaran desteser kirin.



