کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Şaxewan Ebdulah: PDK û YNK dê di dan û standinan de bibin xwedî yek helwestê

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!
Kurdistan26-11-2026

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê re civiya: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di rojevê de bûn
Kurdistan26-11-2026

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê re civiya: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di rojevê de bûn

Îlham Ehmed bi biryarnameya Ehmed Şer bû parlamenter
Kurdistan26-11-2026

Îlham Ehmed bi biryarnameya Ehmed Şer bû parlamenter

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fraksiyona PDKyê ya Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah ragihand ku di biryarên nû yên hikûmeta federal de lezeke zêde hebûye.

Ebdulah da zanîn ku ji bo rê li ber aloziyan bê girtin, diviyabû ew biryar bi hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê bihatana dayîn.

Wî tekez kir ku bijardeya leşkerî ji bo çareserkirina pirsgirêkan "bi ti awayî nayê bikaranîn" û hewl tên dayîn ku di destpêka meha bê de gotûbêjeke siyasî dest pê bike.

Serokê Fraksiyona PDKyê yê li Parlamentoya Îraqê Şaxewan Ebdulah bû mêvanê bultena Rûdawê li ser bipêşketinên dawî pirsên Sengêr Ebdulrehman bersivandin.

Ebdulah diyar kir ku piştî derketina biryaran, Serokwezîrê Îraqê li gel wezîrên Kurd civiya û her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku "ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê pişta xwe bidin destûrê."

"Divê destûr bibe navbeynkar"

Bi gotina Şaxewan Ebdulah, ji bilî hewlên hikûmetê, ji aliyê serkirdeyên siyasî yên Îraqê, Çarçoveya Hevahengiyê û aliyên Sunî ve gelek destpêşxerî ji bo dîtina çareseriyê hene û wiha domand:

"Xweşbextane ya ku li serê li hev kirine ew e ku destûr di hemû pirsan de bibe navbeynkar."

Ebdulah bal kişand ser şîroveya nû ya Dadgeha Federal û anî zimên:

"Biryara Dadgeha Federal jî derfet daye ku ev biryar bi hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê bin.

Rast e, dibêje desthilata hikûmeta federal e lê qal dike ku divê xala 114an li ber çavan bê girtin."

Ebdulah her wiha eşkere kir ku ji aliyê Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayîn Zêdan ve jî destpêşxeriyek heye da ku "hemû alî rûnên û van mijaran bi gotûbêjan çareser bikin."

Şaxewan Ebdulah rexne li awayê derxistina biryaran girt û got:

"Heke biryar bi hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê bihatana dayîn, ev şîrove û ev cure alozî çênedibûn.

Pêwîst e her gavek di çarçoveya erdnîgariya Herêma Kurdistanê de bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê be lê di derxistina biryaran de lezek diyar bû."

"Ji bo çareseriyê serî li çekê nayê dan"

Şaxewan Ebdulah li ser îhtimala bikaranîna hêzê, tekez kir ku ti aloziyên leşkerî rû nadin û got:

"Di vê dosyeyê de alozî, çek û mijarên leşkerî bi ti awayî nayên bikaranîn."

Ebdulah axaftinên Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî bi bîr xistin ku gotiye, "Ez bi ti awayî serî li çekê nadim û ew ne bijardeya min e."

"Hûn bawerî bi pergala federal tînin?"

Serokê Fraksiyona PDKyê li ser bingeha nakokiyan got:

"egerem li ser xalên giştî li hev bikin, hemû tiştên din hêsan dibin. Wekî mînak, hûn bawerî bi pergala federal tînin an na? Ev pirseke cewherî ye û çareseriya hemû pirsgirêkan e."

Ebdulah da zanîn ku heke baweriya Bexdayê bi federalîzmê hebe, pirsgirêkên din bi hêsanî tên çareserkirin û pê de çû:

"Wan heta niha qala wê yekê kiriye ku ew pêbendî pergala federal in lê divê ev yek di biryaran de jî derkeve holê. Nabe biryar navendî bin û pergal federal be."

Şaxewan Ebdulah dilgiraniya xwe anî zimên ku di nava 20 salên borî de ew yasayên ku pêgeha pergala federal xurt dikin nehatine derxistin, wekî yasaya petrol û gazê, Encumena Federal û sererastkirina yasaya Dadgeha Federal.

PDK û YNK dê bi yek armancê herin Bexdayê

Şaxewan Ebdulah li ser dan û standinên paşerojê, eşkere kir ku biryar e destpêka meha bê (Kanûna Pêşîn) di navbera aliyan de civîneke siyasî bê lidarxistin û got:

"Gotûbêj siyasî ye, her du aliyên PDK û YNK û beşeke kêm jî ji Çarçoveya Hevahengiyê dê beşdar bibin."

Ebdulah tekezî li ser yekrêziya aliyên Kurdan kir û daxuyand:

"Bêguman dê bi hev re herin û beriya wê jî dê rûniştina wan hebe ka dê li ser çi biaxivin û armanca wan çi be.

Hemû aliyan hest bi metirsiyê kiriye. Ev metirsî ne tenê li hemberî aliyekî siyasî ye, li hemberî Herêma Kurdistanê ye."

Şaxewan Ebdulah yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdistanê wekî "yekane çareserî" ya ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê bi nav kir û got:

"Ev yekîtî dê rê li ber wan daxwazên nedestûrî û neyasayî bigire."


Nûçeyên Têkildar

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!
Kurdistan26-11-2026

KNKyê bangî partiyên Herêma Kurdistanê kir: Bibin yek!

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê re civiya: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di rojevê de bûn
Kurdistan26-11-2026

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îtalyayê re civiya: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di rojevê de bûn

Îlham Ehmed bi biryarnameya Ehmed Şer bû parlamenter
Kurdistan26-11-2026

Îlham Ehmed bi biryarnameya Ehmed Şer bû parlamenter

Pirsên