Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û Pisporê Karûbarên Îraqê Mehmet Alaca ragihand ku Bexda li Hewlêreke lawaz digere û van gavan wekî "karteke siyasî" bi kar tîne.
Mehmet Alaca ragihand ku Alaca her wiha da zanîn ku ew çaverê nake rewş veguhere tevgereke leşkerî lê dê alozî hinekî din zêde bibin.
Lêkolîner û Pisporê Karûbarên Îraqê yê Navenda Babîlê Mehmet Alaca li ser biryarên dawî yên hikûmeta Bexdayê û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên li hemberî Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Mehmet Alaca pirsên li ser armancên Bexdayê, paşeroja pergala federal, helwesta Amerîka, Îran û Tirkiyeyê û îhtimala aloziyên leşkerî bersivandin.
Armanca Bexdayê û faktorên ku cesaretê didinê
Alaca bal kişand ser wê yekê ku ji referandûma sala 2017an ve heta îro kiryarên li dijî Herêma Kurdistanê hem ji aliyê hiqûqî, hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê leşkerî ve didomin û got:
"Bexda Herêma Kurdistaneke lawaz û Hewlêreke lawaz dixwaze. Biryara berfirehkirina desthilatdariya li ser petrolê jî qonaxeke gelekî tund e di pêwendiyên navbera her du aliyan de."
Pisporê Karûbarên Îraqê sedemên ku di vê demê de cesareta Bexdayê zêdetir kirine wiha rêz kirin:
“Encama li dijî Ketaîb Hizbullahê: Encama ku li Curf Sexerê li dijî Ketaîb Hizbulahê hat bidestxistin, cesareta Bexdayê zêdetir kir û hikûmeta Zeydî dixwaze desthilatdariya xwe li tevahiya Îraqê berfirehtir bike.
Polîtîkaya Washingtonê: Polîtîkaya Amerîkayê ya li Îraqê ya ber bi navendîbûnê ve, destê Bexdayê bihêztir û destê Hewlêrê lawaztir dike.
Nakokiyên navxweyî: Nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de jî bandorê li ser qebûlkirina vê rewşê dikin.
Hevsengiya Amerîka û komên alîgirên Îranê: Guhertinên girêdayî hebûn û vekişîna leşkerî ya Amerîkayê ya li Îraqê bandorê li hevsengiya hêzê dikin û komên alîgirên Îranê jî dixwazin desthilata xwe zêdetir bikin.”
Pergala federal û Madeya 140î
Mehmet Alaca li ser pirsa gelo metirsiya li ser statuya Herêma Kurdistanê di heman demê de tê wateya dawîanîna li pergala federal a Îraqê anî zimên ku li Rojhilata Navîn diyardeyek heye û got:
“Dema navend bihêz dibin, derdor û aktorên derveyî dewletê lawaz dibin.”
Alaca diyar kir ku ew bixwe li bendê nebû Bexda gaveke wiha tund li dijî statuya Herêma Kurdistanê ibavêje û li hemberî vê pêngavê matmayî maye.
Alaca tekez kir ku Bexda van gavan wekî "rêkareke destûrî" bi nav dike û got:
"Dema em li Madeya 140î ya li ser herêmên nakok dinêrin, hîn nehatiye pêkanîn. Diviyabû ev made heta sala 2007an bihata bicihkirin lê nehat kirin."
Wî her wiha da zanîn ku Bexda niha derfetên jeopolîtîk, leşkerî û siyasî dîtine û daxwazên xwe yên ji bo birêvebiriyeke hevbeş li ser sînoran zêde dike.
Alaca rexne li birêvebiriya Hewlêrê jî girt ku heta îro pêvajo bi başî bi rê ve nebiriye û got:
"Divê birêvebiriya Hewlêrê di her rewşê de rêya gotûbêjan veke û zorê li dan û standinan bike."
“Îran Hewlêreke lawaz dixwaze lê Tirkiye li balansekê digere”
Mehmet Alaca li ser wan nêrînên ku dibêjin Amerîka Kurdan ceza dike yan jî hêzên navneteweyî û herêmî li pişt biryarên Elî Zeydî ne diyar kir ku piştî vekişîna Amerîkayê pêşbîniya hin tevgerên wiha dihat kirin lê ew ne li bendê bû ku Bexda gaveke ew qasî tund biavêje.
Alaca amaje bi rola Tehranê kir û got:
"Polîtîkayên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê eşkere ne, Îran dixwaze birêvebiriya Hewlêrê lawaztir bibe. Nakokiyên di navbera Silêmanî û Hewlêrê de jî ev pêvajo bileztir kir."
Alaca li ser rola Tirkiyeyê û îdiayên li ser medyaya civakî jî nêrîna xwe wiha anî zimên:
"Zemîneke rasyonel ku Tirkiye tiştekî wiha li dijî Hewlêrê bixwaze nîne. Tirkiye bi awayekî kategorîk di navbera Bexda û Hewlêrê de balansekê digire û wan wekî du aktorên ku hevdu temam dikin dibîne.
Her wiha di navbera Silêmanî û Hewlêrê de jî balansekê dixwaze."
Alaca da zanîn ku Tirkiye ne dixwaze Hewlêrê ji dest bide û ne jî dixwaze Bexdayê ji dest bide û wiha pê de çû:
"Tirkiye dixwaze di navbera her du aliyan de lihevkirinek çêbibe û naxwaze ev mesele bigihîje şerekî.
Di polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de li şûna zextê, helwestên pêşniyarî tên dîtin da ku nakokiyên di navbera her du aliyan de mezin nebin."
Gelo egera tevgereke leşkerî heye?
Mehmet Alaca li ser îhtimala ku ev krîz veguhere şer û pevçûnên leşkerî eşkere kir ku ew çaverê nake tevgereke leşkerî çêbibe û got:
"Hikûmeta Zeydî jî naxwaze bi vî awayî were bîranîn û daxuyaniyên hikûmeta Bexdayê jî ew in ku ev rewş nabe sedema tevgereke leşkerî."
Alaca di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku li Îraqê hemû desthilat ne di destê Zeydî de ye û ji ber hebûna aliyê Îranê, Heşdî Şebiyê û komên din, her dem îhtimala derketina helwesteke neçaverêkirî heye lê di vê qonaxê de got:
"Ev biryar wekî karteke siyasî li beramberî Hewlêrê tên bikaranîn lê em dibînin ku dê rewş piçekî din aloz bibe."


