کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Xelkê Rojavayê Kurdistanê: Em dê ji bo parastina Başûr bibin Pêşmerge

Vîviyan Fetah

Vîviyan Fetah

27-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo ye.
Di Nîsana 2018an de, Vîviyan Fetah li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir.

Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah27-11-2026

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo ye.
Di Nîsana 2018an de, Vîviyan Fetah li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir.

Nûçeyên Têkildar

Nadine Maenzayê ji Washingtonê xwest mafên Herêma Kurdistanê biparêze
Kurdistan27-11-2026

Nadine Maenzayê ji Washingtonê xwest mafên Herêma Kurdistanê biparêze

Şêx Mihemed Moro: Li Girê Spî 48 gundên Kurdan bêxwedî mane
Kurdistan27-11-2026

Şêx Mihemed Moro: Li Girê Spî 48 gundên Kurdan bêxwedî mane

PWK: Li dijî gefên li ser Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêwîst e
Kurdistan27-11-2026

PWK: Li dijî gefên li ser Başûrê Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêwîst e

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û li dijî biryarên hikûmeta Îraqê xwenîşandan hatin lidarxistin.

Xwenîşanderan tekez kir ku Kurd li hemû parçeyan yek in û di rojên dijwar de Herêma Kurdistanê alîkariya wan kiriye.

Wekî ku berê di dema aloziyên li Rojavayê Kurdistanê de xelkê Başûrê Kurdistanê li seranserî bajar û bajarokan daketin qadan û peyam ji civaka navneteweyî re şandin ku divê neheqî li Rojavayê Kurdistanê neyê kirin, niha jî li hemberî biryarên Serokwezîrê Îraqê yên ji bo destdanîna ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemaye.

Li Qamişlo û Kobaniyê xelk ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin qadan û tekez kir ku Kurdistan yek e.

Xwenîşanderan diyar kir ku eger artêşa Îraqê bê ser sînorên Herêma Kurdistanê, dê tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina axa Kurdistanê bibin Pêşmerge.

“Ji Qamişloyê heta Helebceyê yek welat e”

Yek ji beşdarên xwenîşandana li Qamişloyê jina bi navê Fedral Ebdulezîz Sebrî ye ku sala 2003yan ji dayîk bûye û malbata wê ji kêfa destkeftên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê ev nav lê kiriye.

Xwenîşander Ebdulezîz Sebrî ji Rûdawê re got, "Sala 2003yan dema ku Sedamê stemkar ket, min navê keça xwe li ser Kurdistana Îraqê kir Fedral. Îro em bi dil û canê xwe pê re ne. Ji Qamişloyê heta Helebceyê yek welat e."

Keça wî Fedralê jî got, “Em bi dil û canê xwe bi Kurdistanê re ne. Em hemû fêdayê Kurdistanê û mala Barzanî ne, ji ber ku Kurdistan bêyî mala Barzanî nabe."

Xwenîşanderên Kobaniyê: Em heta dawiyê bi we re ne

Ne tenê li Qamişloyê, li Kobaniyê jî ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê xwenîşandan hat lidarxistin ku sala 2014an Pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê çûbûn wir û di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya rizgarkirina wî bajarî kiribû.

Xwenîşander Enter Salih diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê daketine qadan û got:

"Em hatine vê derê ku piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku di rojên teng de wan jî alîkariya me kiriye. Peyama me ji wan re ew e ku em heta dawiyê bi wan re ne."

Xwenîşander Semîra Muslimê jî wiha got, "Em û hevalên xwe ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê hatine vê derê. Em ji wan re dibêjin tevahiya Kobaniyê rihê xwe fîdayê we dike."

Biryarên Serokwezîrê Îraqê

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî 24ê vê mehê rêzek biryar û rêkarên îdarî, ewlehî, dadwerî û teknîkî derxistin.

Di nav wan biryaran de standina rêkarên nû yên li hemberî wan deriyên sînorî û qadên petrolê jî heye ku di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne.

Pirsên