Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kêliyek berî niha gihîşt ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Di duyemîn roja serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê li gel Serokê Herêma Kurdistanê dicive.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Ehmed Mela Telal roja Pêncşemê 10ê Îlonê ji Rûdawê re ragihandibû, civîn li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê ye û herdu alî dê di civînê de behsa çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bikin.
Ehmed Mela Telal herwiha diyar kiribû, ji ber ku Nêçîrvan Barzanî pêştir serokê hikûmetê bûye û demek berî niha jî weke Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê kir û kesekî xwedî ezmûn e, lewra Mistefa Kazimî û Nêçîrvan Barzanî dê behsa çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bikin.
Serokwezîrê Iraqê duh bi serdanekê gihîşt Herêma Kurdistanê û li gel serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anîn.
Kazimî herwiha duh serdana parêzgeha Duhokê kir û li wê derê serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl li sînorê qezaya Zaxo û herwiha kampa Qadiya ya awareyên Kurdên Êzidî kir.
#Nêçîrvan_Barzanî Serokê Herêma #Kurdistanê li ofîsa serokatiyê li Hewlêrê pêşwazî li Mistefa Kazimî Serokwezîrê #Iraqê û şanda pê re kir.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 11, 2020
Wêne: Ofîsa Ragihandinê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/AOQOdwed6h
Tê nûkirin…..


.webp&w=3840&q=75)