Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê hirçê ku di nav têlan de asê mabû ji aliyê tîmên Birêvebiriya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî yê Şaxa Colemêrgê ve hat rizgarkirin.
Li gundê Tiyarê yê navçeya Çelê hirçek di nav têlan de asê ma.
Li ser agahdarkirina gundiyan tîmên Birêvebiriya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî çûn cihê bûyerê.
Bi alîkariya veterîner hirç bi derziyê hat bêhişkirin û ew ji nav têlan hat derxistin.
Piştî ku hirç hat rizgarkirin tîman hirç berda nav xwezayê.


.webp&w=3840&q=75)
