Di heyama qedexeya derketina derva de ku di çarçoveya rûbirûbûna dijî vîrusa koronayê (Covîd-19) de hat sepandin, li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kuçe, kolan û cade vala man.
Piştî ku bi destê Wezareta Navxweya ya Tirkiyê ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldakê 2 roj qedexeya derketina derva hat ragihandin, li ser asta bajaran qelebalixiya mirovan û çûn û hatina otomabilan gihîşt asta herî nizim.
Piştî destpêkirina qedexeyê, polêsên ku li ser rêyên sereke û herwiha li taxan di amadebaşiyê da bûn, xebatkarên di çarçoveya îstisnayê de ne tê da, rê nedan kesî ku biçin û bên.
