Hewlêr (Rûdaw) - Opozisyona Sûriyê ragihandina agirbesteke giştgîr wekî merc dana ji bo danûstandinên bêhtir li Cenêvê li gel hikûmeta Sûriyê.
Ev helwesta opozisyona Sûriyê piştî êrîşa roja çarşemê bo ser bajarokê Erîha li parêzgeha Idlibê hat ku ji encama wê 13 kes hatibûn kuştin û hejmareke din jî birîndar bûbûn.
Hevserokê Komîteya Destûrî li ser navê Opozisyonê Hadî el-Behra, piştî êrîşa Erîha, ev helwest ragihand.
Hadî el-Behre, Hevserokê Komîteya Destûrî, dibêje, “Rê bidin min di serî de sersaxiyê li xelkê me yên Idlibê û bi taybet Erîha bikim, ku sivîlên bêguneh hatine kuştin, di nav de zarok û jin û mêr. Ev dide nîşan ku agirbesteke giştgîr xwestekeke serekî ye û tevlîbûna proseseke siyasî cidî ne pêkan e beriya bicîkirina şêweyekî ji rawestandina tundûtûjiyê li tevahiya Sûriyê.”
Heserokê Komîteya Destûrî herdu êrîşên Erîha ku ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatibû encamdan, û êrîşa Şamê ku li dijî hêzên hikûmeta Sûriyê hatibû encamdan bi gendelî û terorê ve girêdan.
Hevserokê Komîteya Destûrî Hadî el-Behre dibêje, “Hin alî hene sûdê ji xelekên gendeliyê yan jî xelekên terorê werdigirin, û di heman demê de sûdê ji berdewamiya xwînrijandinê û şer û kawisê li Sûriyê werdigirin. Di heman demê de, ew xwe zerermend dibînin eger her çareseriyeke siyasî dawiyê bi vê rewşa li Sûriyê bîne, û biryara Encûmena Asayişê 2254 cîbicî bike. Lewma, em dibînin ku herdu bûyer di heman rojê de û hema hema di heman demê de, yek li Şamê û yek li Idlibê, çêbûn, liglel dudahiyeke mezin ku ewên li Idlibê hatin armancgirtin sivîlên bêguneh bûn û tu pêwendiya wan bi hîç karekî serbazî re tunebû.”
Ji Şama paytext, parlemanterê berê yê Sûriyê Şerîf Şihadê, bersiva opozisyonê da û li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Parlemanterê Berê yê Sûrî Şerîf Şihadê, dibêje, “Di serî de, hikûmeta Sûriyê hemû hêsankarî pêşkêş kirin ji bo gihandin bi çareseriyeke siyasî. Operasyonên serbazî ji aliyê xwe ve rawestandin, di demekê de ku grûpên terorîst heta niha gelek pêgehên artêşa Sûriyê li gelek deveran topbaran dikin. Hikûmeta Sûriyê cidî ye ji bo dîtina çareseriyeke siyasî û niha beşdarî civînên komîteya destûrî ye ji bo nivîsîna destûreke nû ji bo Sûriyê, lê grûpên terorsît ku navê opozisyonê li xwe dikin berdewam in di operasyonên xwe de heta vê kêlîkê."
Sibeha roja çarşemê, bi mînên çandî êrîş bo ser otobûseke hêzên Sûrî li naverasta Şamê hatibû kirin û 13 kes hatibûn kuştin û 3 kes birîndar bûbûn. Di heman rojê de, derdora nîvro, hêzên hikûmeta Sûtiyê bajarokê Erîha li parêzgeha Idlibê topbaran kirin û 13 kes hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.


