Hewlêr (Rûdaw) - Mehmûd Qematî ragihand ku çekên Hizbulaha Libnanê mijareke navxwe ya Libnanê ye û ew çekan danaynin.
Qematî her wiha got, "Îsraîl dixwaze mafê wê hebe ku kengî bixwaze serweriya Libnanê bin pê bike."
Alîkarê Serokê Encumena Siyasî ya Hizbulaha Libnanê Mehmûd Qematî beşdarî bultena saet 17:00an a Rûdawê bû û pirsên Warşîn Salihê bersivandin.
Mehmûd Qematî bal kişand ser pêşhatên dawî yên şer û hewlên dîplomatîk ên agirbestê û diyar kir ku ji bo agirbestê hewleke zêde heye û Serokê Parlamentoya Libnanê Nebîh Berî bi hevahengiya bi wan û aliyên navneteweyî re bersiva pêşniyarên Amerîkayê dide.
Mehmûd Qematî her wiha anî ziman:
"Heta niha ti garantiyên rastî ji bo rawestandina şer nînin.
Amerîka li şûna garantiyê, çiraya kesk ji Îsraîlê re vêxistiye ku kuştinan bidomîne."
Qematî li ser şertên wan teqez kir ku ew tenê "agirbesteke giştî, temam û rastî" qebûl dikin û li pey çû:
"Îsraîl dixwaze mafê wê hebe ku kengî bixwaze bombebaran bike, ev binpêkirina serweriya Libnanê ye û em qebûl nakin."
“Çekê parastinê mijareke navxwe ye”
Alîkarê Serokê Encumena Siyasî ya Hizbulaha Libnanê gotegotên li ser çekdanîna Hizbulahê wekî "xeyaleke Amerîkî-Îsraîlî" pênase kir û got:
"Çekê parastinê mijareke navxwe ye.
Tenê piştî vekişîna temam a Îsraîlê, rawestandina êrişan û berdana dîlan, em amade ne di çarçoveya stratejiya parastina niştimanî de li gel aliyên Libnanî li ser çekan biaxivin."
Qematî rola Îranê ya di rêlibergirtina berfirehbûna êrişên li başûrê Libnanê de girîng dît û eşkere kir ku Nebîh Berî ji bo gihîştina agirbestê bi welatên wekî Erebistana Siûdî, Misir û Pakistanê re di pêwendiyê de ye.
13 têkoşerên Kurd
Qematî ragihand ku artêşa Îsraîlê gihîşt Çemê Lîtaniyê lê nekarî li wir bi cih bibe.
Wî qala Keleha Şeqîfê û 13 têkoşerên Kurd kir ku sala 1982yan di nav wê kelehê de û di nav refên rêxistina Filistînê de li dijî Îsraîlê şer kir û hatin kuştin û ev bûyer wekî "mînaka qehremaniyê ya di dîroka herêmê de" bi nav kir.
Amarên dîlan hatin eşkerekirin
Hizbulahê cara ewil amarên fermî yên dîlên li cem Îsraîlê eşkere kirin.
Mehmûd Qematî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha bi awayekî fermî 22 çekdarên Hizbulahê li cem Îsraîlê dîl in lê destnîşan kir ku îhtimal heye hejmar zêdetir be çimkî hîn çarenivîsa hejmareke windayan a di bin kavilên xaniyan de ne diyar e.



