Hewlêr (Rûdaw) - Berbanga îro, artêşa Îsraîlê li navend û rojavayê Tehranê hinek cih bombebaran kirin.
Ev êriş piştî êrişa bi mûşekan a şeva borî ya Îranê ya li ser Îsraîlê pêk hat.
Bombebaran li Tehran, Îsfehan û Tewrêzê (Tebrîz) bûn.
Supaya Pasdaran êriş piştrast kir û ragihand ku "dijminê siyonîs" bi mûşekên balîstîk êrişî hinek cihên xaka welat kiriye.
Li Îranê çi qewimî?
Berbangê îro, di navbera demjimêr 04:40 û 04:50î de (bi dema Tehranê) pêleke nû ya teqînên bihêz Tehran û hinek bajarên din ên stratejîk ên Îranê hejandin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatine belavkirin, li taxên cuda zêdetirî 20 teqînên li pey hev hatine qeydkirin.
Li Tehranê bandoreke mezin
Li Tehranê, herêmên rojava û başûrrojava herî zêde ketin bin bandora teqînan.
Niştecîhên taxên Ekbatan, Şaran, Tehran-Ser û Meydana Olompîkê ragihand ku dengê teqînan gelekî nêzîk bûye û bûye sedema hejîna cam û pencereyên malên wan.
Her wiha li derdora Balafirgeha Mehrabadê û taxa Seadet Abadê jî dengê mûşek û teqînên bihêz hatine bihîstin.
Li başûrê paytextê, bi taybetî li Şar Rey û Xezaneyê, welatî qala bihîstina du teqînên gelekî bihêz dikin.
Teqînên li Kerec û Îsfehanê
Di heman demê de li gel paytextê, bajarê Kerecê û herêmên wekî Fardîs û Mehrşehrê jî bi tundî hejiyan.
Welatî li bajarên Robat Kerîm, Perend û Îslamşherê dibêjin ku wan herî kêm 4 teqînên li pey hev bihîstine ku bûne sedema tirs û dilgiraniyê.
Ji aliyekî din ve, teqînan parêzgeha Îsfehanê jî girtiye nav xwe.
Li gorî agahiyên ku xelkê belav kirine, derdora demjimêr 04:42yan, du teqînên bihêz li nêzîkî Necef Abad û navenda Îsfehanê hatine bihîstin.
Her çend heta niha aliyên fermî hejmara miriyan eşkere nekiriye jî şahid dibêjin ku navendên leşkerî yên li wan deveran hatine armanckirin.
Êrişa ji Yemenê ve
Artêşa Îsraîlê belav kir ku ji Yemenê ve mûşek ber bi welatê wan ve hatine avêtin û pergala parastinê ji bo bersivdayînê hatiye çalakirin.
Ev piştî agirbesta destpêka nîsana îsal êrişa yekem e ku ji Yemenê ve li ser Îsraîlê tê kirin.
Li hêla dinn, artêşa Îsraîlê ji xelkê re ragihand ku metirsiya êrişê nemaye û dikarin ji stargehan derkevin.



