Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku Îranê li Tengava Hurmizê helîkoptereke artêşa Amerîkayê ya cureyê Apacheyê xistiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku divê Amerîka "bi neçarî" bersiva vê êrişê bide.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û anî ziman ku agahî gihîştine ber destê wî ku Îranê helîkoptereke wan a Apacheyê ya ku li Tengava Hurmizê di dewriyeyê de bûye xistiye.
Trump di daxuyaniya xwe de got:
"Di bûyerê de 2 pîlot hebûn, her du jî silamet in û birîndar nebûne lê belê, divê Amerîka bi neçarî bersiva vê êrişê bide."
Daxuyaniya CENTCOMê
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî li ser hesabê xwe yê tora civakî li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku helîkoptera cureyê AH-64 Apacheyê demjimêr 02:33yan di dema dewriyeyê de li nêzîkî beravên Omanê ketiye.
CENTCOMê ragihand ku 2 karmendên di helîkopterê de sax filitîne û eşkere kir ku ew leşker di nava 2 demjimêran de ji cihê bûyerê hatine veguhastin û rewşa wan a tenduristiyê baş e.
Li gorî agahiyên ku CENTCOMê dane, derbarê sedema ketina helîkopterê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Heta niha rayedarên Îranê li ser daxuyaniyên Donald Trump û ketina helîkopterê ti daxuyaniyên fermî nedane.



