Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara Îranê ya girtina Tengava Hurmizê, CENTCOMê ragihand ku çûn û hatina keştiyan a li Tengava Hurmizê didome û tevgera keştiyvaniyê ya li Hurmizê zêdetir bûye.
Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Supaya Pasdaran a Îranê bi hinceta êrişên Îsraîlê yên li Libnanê ragihandibû ku ew dê Tengava Hurmizê bigirin.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:
"Îro 55 keştiyên bazirganiyê di Tengava Hurmizê re derbas bûn."
Li gorî daxuyaniyê, wan 55 keştiyên bazirganiyê “17 milyon bermîl petrol hilgirtibû.”
Piştgiriya ji bo azadiya keştîvaniyê
CENTCOMê her wiha eşkere kir ku hêzên Amerîkayê yên li herêmê, operasyonên xwe yên ji bo piştgiriya li azadiya keştiyvaniyê didomînin.
Dan û standinên teknîkî yên li Swîsreyê
Ev daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di demekê de ye ku Wezareta Karên Derve ya Pakistanê ragihand ku sibe dan û standinên teknîkî yên di navbera nûnerên Amerîka û Îranê de li bajarê Burgenstockê yê Swîsreyê bên kirin.


