Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona Al Jazeerayê ya ku navenda wê li Qeterê ye ragihand ku rojnamegerekî wan ê li Xezeyê di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku ew rojnameger "sekvanê Hemasê" bûye lê ti belge nîşan nedan.
Al Jazeerayê eşkere kir ku rojnameger Ehmed Wishah li Kampa Penaberan a Burejê ya li naverasta Xezeyê di êrişeke li malekê de miriye.
Li gorî agahiyên kanalê, êriş bi dronekê hatiye kirin û li gel Ehmed Wishah çend kesên din jî birîndar bûne.
Ehmed Wishah birayê nûçegihanê Al Jazeerayê Mihemed Wishah bû ku ew jî meha Nîsana borî di bombebarana Îsraîlê de miribû.
Îdiaya Îsraîlê: Rojnamegerê bi maskeya Hemasê
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de îdia kir ku Wishah û du endamên Hemasê hatine armancgirtin û anî ziman:
"Wishah li gel karê xwe yê rojnamegeriya Al Jazeerayê, di baskê leşkerî yê Hemasê de wekî sekvan dixebitî û mehên dawî di planên êrişên li hêzên Îsraîlê de cih digirt."
Lê belê artêşa Îsraîlê ji bo van tohmetan ti belge, wêne yan jî dokuman parve nekirin.
Li gorî amarên Rojnamegerên Bêsînor (RSF), ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan û vir ve li Xezeyê hejmara rojnamegerên hatine kuştin 220 kes derbas kir.
Tê diyarkirin ku herî kêm 70 ji van rojnamegeran rasterast dema ku karê xwe yê pîşeyî dikirin hatine armancgirtin.
Artêşa Îsraîlê berê jî ji bo gelek karmendên medyayê yên kuştine îdia kiribû ku ew "terorîstên di bin maskeya rojnamegeriyê de ne" lê rêxistinên rojnamegeriyê yên navneteweyî bertek nîşanî van îdiayan dabûn.



