Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Darayiyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ragihand ku welatê wî dê bi salan li wê "herêma ewle" bimîne ku niha di nav axa Libnanê de kiriye bin kontrola xwe.
Smotrich diyar kir, eger Amerîka jî daxwaza vekişînê bike ew dê venekişin.
Smotrich di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Makor Rishonê re de da zanîn ku ew ne li bendê ye Amerîka ji wan daxwaza vekişîna ji Libnanê bike.
Smotrich sedema vê yekê wiha anî zimên, "Amerîkayî ji xetên me yên sor fêm dikin."
Smotrich pirsa "Gelo dê artêşa Îsraîlê çend salan li Libnanê bimîne?" wiha bersivand:
"Belê, ez vê yekê wekî kesekî dibêjim ku niha li ser budceya parastinê ya welêt a ji bo deh salên bê mijûlî dan û standinan e."
Dê baregeha leşkerî ava bikin
Bezalel Smotrich li ser îhtimala avakirina baregeheke leşkerî ya mayînde ya li wan navçeyên Libnanê got:
"Bê guman, em dê her tiştî ava bikin. Em dê li wir bimînin heta ku Hizbulah çekan datîne.
Heta ez wisa difikirim ku piştî wê jî em dê bimînin çimkî pêwîstiya me bi sînorekî parastî heye."
Wezîrê Îsraîlî rexne li sînorên Peymana Sykes-Picotê ya sala 1916an girtin.
Wî got ku ew sînor "bêwate" ne û li gorî topografyaya herêmê nehatine diyarkirin.
Smotrich ji bo vekişîna ji Libnanê mercek destnîşan kir û got, heta ku Hizbulah çekan daneyne ew dê "milîmetreyekê" jî venekişin.
Smotrich axaftina xwe wiha kuta kir, "Ev ne tenê nêrîna min e, di heman demê de helwesta Serokwezîr û Wezîrê Parastinê ye jî. Em hemû li ser vê biryarê rijd in."



