Hewlêr (Rûdaw) - Tê çaverêkirin tîrmehê ji bo yasaya çarçoveyê ya ku dê zemîna hiqûqî ya pêvajoya nû ya çareseriyê ava bike, gav bên avêtin.
Di kûlîsên AK Partî û MHPyê de tê axaftin ku piştî Lûtkeya NATOyê ya 7-8ê Tîrmehê dibe ev pêşniyar pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bê kirin.
Her wiha tê gotin ku dibe beriya ku parlamento bikeve betlaneyê ev pêşniyar bibe yasa.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên AK Partiyê dane nûçegihana BBCyê Ayşe Sayinê, tê pêşbînîkirin ku yasaya çarçoveyê ji 10-11 madeyan pêk bê.
Ev yasa dê demkî be. Dê bi şertê "teyîdkirin û tesbîtkirina çekdanîna PKKyê" bikeve meriyetê.
Birêvebirin AK Partiyê diyar dikin ku pêşniyar dikare bi navekî wekî "Pêşniyaryasaya fesixkirin, çekdanîn û bidawîanîna hebûna hiqûqî ya rêxistina terorê ya PKK-KCKyê" pêşkêşî parlamentoyê were kirin.
Tê diyarkirin ku her çend navê rêxistinê di sernavê yasayê de cih negire jî, dê di madeyên "armanc" û "çarçove"yê de bi awayekî eşkere were pênasekirin.
Birêvebirên AK Partiyê yên ku bi BBCyê re axivîne diyar dikin ku aloziya Îran û Îsraîlê û bipêşketinên li Sûriyeyê bandor li ser pêvajoyê kirine.
Wan bal kişandiye ser wê yekê ku "rêxistinê demekê xwestiye encamên bipêşketinên herêmê bibîne û pêvajoya çekdanînê di vê demê de hêdî bûye."
Lê tê nirxandin ku bipêşketinên şer ev hêvî pûç kiriye.
Li aliyê din tê diyarkirin ku qebûlkirina civakî ya ji bo pêvajoyê zêde bûye û ev yek dê gavên sererastkirina yasayî hêsantir bike.
Li hinek herêman liv û tevger heye
Li gorî çavkaniyên AK Partiyê, agahiyên ku yekîneyên ewlehiyê ji qadê radigihînin nîşan didin ku li hinek herêman liv û tevger heye.
Tê diyarkirin ku bi taybetî li xeta Zap û Metînayê hinek dever hatine valakirin. Her wiha li Garê, Xakurk û Qendîlê jî vekişînên qismî çêbûne.
Lê çavkaniyên AK Partiyê radigihînin ku ev gav hîn di asteke "têrker" de nayên dîtin.
Wan ev nirxandin li gorî hêza mirovî û kapasîteya lojîstîk a rêxistinê kiriye.
Birêvebirekî AK Partiyê ev nirxandin kir, "Hinek dîmenên sembolîk ên çekdanînê derketin û li hinek deveran vekişîn çêbûn.
Lê ji bo ku em karibin bibêjin çekdanîn bûye mayînde, pêwîstiya me bi tabloyekê şênbertir heye."
Naveroka yasaya çarçoveyê bi piranî zelal bûye
Çavkaniyan diyar kir ku naveroka yasaya çarçoveyê bi piranî zelal bûye.
Li gorî gotina wan, ji bo bicihanîna yasayê divê mekanîzmayek bê avakirin da ku çekdanîna rêxistinê bê teyîdkirin û tesbîtkirin.
Partiya desthilatdar xebatên xwe yên li ser pêşnûmeya yasayê jî didomîne.
Li gorî agahiyên çavkaniyên AK Partiyê, dê di yasaya çarçoveyê de madeyên armanc, çarçove û pênaseyê hebin.
Her wiha dê hikmên ku statuya hiqûqî ya endamên rêxistinê yên ku çek danîne diyar bikin jî tê de hebin.
Li gorî vê yekê, dê çawaniya teyîdkirina fesixkirin û çekdanîna rêxistinê di yasayê de bi hûrgilî cih bigire.
Her wiha dê pêvajoya lêpirsîn û dozvekirinê û rewşa girtiyên di girtîgehan de jî werin diyarkirin.
Tê gotin ku yasa dê ji 10-11 madeyan pêk bê.
Di yasayê de dê were diyarkirin ku endamên rêxistinê yên ku di dema diyarkirî de vegerin Tirkiyeyê dê bikaribin ji yasayê sûdê wergirin.
Partiya desthilatdar pêşbînî dike ku ev dem salek be.
Dê 5 salan cezayê qedexeya siyasetê bê dayîn
DEM Partî dixwaze destûr bê dayîn ku endamên rêxistinê yên ku vedigerin Tirkiyeyê karibin siyasetê bikin. Lê hem AK Partî hem jî MHP li dijî vê yekê derdikevin.
Birêvebirên AK Partiyê diyar dikin ku dê ji bo kesên ku vedigerin Tirkiyeyê demekê hikmên kontrola edlî bên bicihanîn.
Di vê demê de ew dê nikaribin siyasetê bikin. Di vê çarçoveyê de ji bo endamên rêxistinê yên ku tevlî sucan nebûne, pênc sal qedexeya siyasetê tê pêşbînîkirin.
Di qonaxa yekem de dê endamên rêxistinê yên ku tevlî sucan nebûne ji yasayê sûdê wergirin.
Dê ti sererastkirina derbarê vegera birêvebirên rêxistinê de di yasayê de cih negire.
Birêvebirên AK Partiyê partiyê didin zanîn ku di pêşerojê de dibe di mewzûata cezayê û sererastkirinên înfazê de guhertin çêbibin.
Piştî van guhertinan dibe rewşa hinek girtiyan ji nû ve bê nirxandin.
Lê wan anî zimên ku di qonaxa yekem de dê li ser rewşa endamên rêxistinê yên ku suc nekirine bê rawestandin.
Dibe heta dawiya tîrmehê ji meclisê derbas bibe
Li gorî nirxandinên di kûlîsên AK Partiyê de, heke pêşniyar pêşkêşî parlamentoyê bê kirin dibe ku dawiya meha tîrmehê bibe yasa.
Birêvebirên AK Partiyê partiyê ev nêrîn anî zimên, "Heke derdora 10-11ê Tîrmehê were dayîn, dikare heta dawiya mehê ji komîsyonê û Desteya Giştî derbas bibe.
Ji aliyê teknîkî ve, guftûgokirina pêşniyareke ji 8-10 madeyan gelekî najo. Dibe beriya girtina parlamentoyê were derxistin."
Lê tê diyarkirin ku salnameya sererastkirinê dê bi bipêşketinên li qadê û rewşa pêvajoya çekdanînê ve girêdayî be.
Çavkaniyên AK Partiyê eşkere dikin ku ev yek ne meseleyeke "asêbûnê" ye.
Ji ber ku dewlet dê bixwaze encamên hinek gavan bibîne, dê ketina meriyetê bi şertekî ve bê girêdan.
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyar kiribû ku statuya "Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê" bidin Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan. Lê partiya desthilatdar nêzîkî vê pêşniyarê nabe.
Di yasaya çarçoveyê de sererastkirina efûyê tune
Çavkaniyên partiyê bi diyar dikin ku statuya Ocalan a li Îmraliyê niha ya "girtî" ye û dibêjin:
"Guhertina statuyê pêvajoyeke din a hiqûqî ye. Dibe di çarçoveya yasayeke efûyê de be.
Lê di yasaya çarçoveyê de sererastkirineke bi şêweyê efûyê di rojevê de nîne."
Heman çavkanî dibêjin ku di çarçoveya rejîma înfazê ya heyî de dibe şert û mercên girtîgehê yên Ocalan bên başkirin.
Di vê çarçoveyê de dibe destûr bê dayîn ku ew bi rojnameger, akademîsyen û beşên cuda yên civakê re bicive.

.webp&w=3840&q=75)

