کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Tengava Hurmizê / Wêne: Arşîv

Tengava Hurmizê / Wêne: Arşîv

Rojhilata Navîn

Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku ji bo rêlibergirtina şer û pevçûnên leşkerî li Tengava Hurmizê, di navbera Îran û Amerîkayê de xeteke pêwendiyê ya leşkerî hatiye avakirin.

Li gorî nûçeya Press TVyê, ev xeta pêwendiyê ji bo wê yekê ye ku li Tengava Hurmizê pevçûnên leşkerî çênebin.

Hat destnîşankirin ku ev gava nû piştî dan û standinên hefteya borî yên li Swîsreyê hatiye avêtin.

Pakistan û Qetera ku navbeynkariyê dikin daxuyaniyek belav kiribû û destnîşan kiribû ku ev xet ji bo pêkanîna xala pêncem a "Peymana Îslamabadê" hatiye avakirin.

"Divê Îran wekî dewleta peravê were dîtin"

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî li ser hesabê xwe yê Xê li ser vê mijarê daxuyaniyek da û anî zimên:

"Heta ku derbasbûn li gorî daxwaza Îranê nebe û ew wekî dewleta peravê neyê dîtin, silametiya li Tengava Hurmizê nayê garantîkirin."

Xerîbabadî hişyarî da ku eger bi Tehranê re hevahengî nebe, dibe ku rêyên din ên derbasbûnê werin rawestandin.

Nakokiya li ser rêyên nû yên deryayî

Îran li ser wê yekê radiweste ku li gorî peymanê divê hemû derbasbûn ji ser wan rêyan bin ku wê bi xwe diyar kirine.

Lê belê Wezareta Veguhastinê ya Umanê pêr daxuyandibû ku wan li Tengava Hurmizê ji bo korîdoreke deryayî ya demkî bi Rêxistina Deryavaniyê ya Navneteweyî (IMO) re hevahengî kiriye.

Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê li ser van pêşhatan daxuyaniyek da û got:

"Bêyî ku bi Îranê re hevahengî were kirin hinek aliyan rêyeke nû ji bo derbasbûna keştiyan li Tengava Hurmizê diyar kiriye. Ev yek nayê qebûlkirin û gelekî metirsîdar e."

Piştî van daxuyaniyan hat ragihandin ku li nêzîkî Tengava Hurmizê êrişî keştiyekê hatiye kirin.

Ev cara yekê bû ku piştî peymana di navbera Amerîka û Îranê de li wê herêmê êrişek çêdibû.

Pirsên