Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Rêxistina Deryavaniyê ya Navneteweyî (IMO) Arsenio Dominguez ragihand ku wan li Tengava Hurmizê 150 keştî û 4 hezar deryavan rizgar kirin.
Arsenio Dominguez daxuyand ku divê keştî rîskan wernegirin û wan rêyên ku ji bo derbasbûna ji Tengava Hurmizê bi awayekî fermî nehatine pejirandin bi kar neyînin.
Ji bo parastina keştiyan hevahengî didome
Dominguez diyar kir ku ew bi gelek aliyên cuda yên li herêmê re di nav hevahengiyê de ne û destnîşan kir ku ew dixwazin garantiyê bidin ku keştî rûbirûyî ti gefan nebin.
Sekreterê Giştî yê IMOyê eşkere kir ku wan di 4 rojên dawî de 150 keştî ji herêmên metirsîdar dûr xistine û ew veguhastine.
Li gorî agahiyên ku wî dane, li ser wan keştiyan 4 hezar deryavan hebûn.
"Pêvajo gihîştiye qonaxeke hestyar"
Dominguez anî zimên ku pêvajo gihîştiye qonaxeke hestyar.
Wî ragihand ku ji ber guvaşên leşkerî yên li herêmê hewlên ji bo parastina xetên veguhastina navneteweyî gihîştine lûtkeyê.
Li gorî hişyariya Dominguez, nabe keştî êdî bêyî fermanên fermî tevgerê bikin.
Ev hewl di demekê de ne ku herêm ji bo gihîştina peymaneke dawî li benda encamên dan û standinên aştiyê yên Amerîka û Îranê ye.
Armanc ew e ku ji bo rêyên avê aramî were peydakirin.


