Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 5 kes mirine.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê (WAFA), Îsraîlê li navenda Xezeyê otomobîleke ku sivîl tê de bûn bi êrişeke asmanî kiriye hedef.
Di vê êrişa ku bi dronan hat kirin de 3 Filistînî mirin û hinek kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku birîndar veguhastine nexweşxaneyê.
Li bakur û başûr jî êriş hebûn
Artêşa Îsraîlê beriya niha jî li bakurê Xezeyê bi dronê êrişî kesekî kiribû ku êzing kom dikirin û ew kuştibû.
Her wiha tîmên Îsraîlê serê sibehê jî li herêma Xan Yûnisê bi guleyan Filistîniyek kuştibû.


