کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Balafireke Amerîkayê / Arşîv

Balafireke Amerîkayê / Arşîv

Rojhilata Navîn

Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

27-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran27-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bersiva êrişên asmanî yên Amerîkayê daye û baregehên artêşa Amerîkayê yên li herêmê kirine armanc.

Tehran, Washingtonê bi binpêkirina peymana Îslamabadê û pêbendiyên navneteweyî tawanbar dike.

Her wiha hişyariyê dide ku di ducarebûna her êrişê de, bersiva wan dê gelekî berfirehtir be.

Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran bersiva êrişa Amerîkayê ya li ser girava Sîrîkê da.

Birêvebiriya Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:

"Piştî binpêkirina agirbestê ya ji aliyê Îsraîlê ve li başûrê Libnanê, beriya çend saetan Amerîkayê jî wek her car dest bi binpêkirina pêbendiyên xwe kir.

Amerîkayê bi hincetên cuda yên derbasbûna keştiyekê ya bi rêyeke neyasayî ya di Tengava Hurmizê de, êrişeke asmanî bir ser beravên Komara Îslamî ya Îranê."

Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran diyar kir ku wan di bersiva vê êrişê de, cihên artêşa Amerîkayê yên li herêmê kir armanc û lê da.

"Kontrola Hurmizê di destê Îranê de ye"

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin:

"Li gorî benda 5an a lihevtêgihiştina Îslamabadê, rêkarên kontrolkirina çûn û hatinê ya di Tengava Hurmizê de di destê Îranê de ne.

Lê belê Amerîka bi teşwîqkirina aliyên cuda ya di hewla binpêkirina vê pêbendiyê de bû ku bersiva pêdivî hat dayîn û ji niha û pê ve jî dê bi vî rengî be.

Di ducarekirina êrişê de, bersiva me dê ji vê berfirehtir be."

Amerîkayê êrişî Îranê kiribû

Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan îro li Îranê operasyoneke asmanî pêk aniye.

Li gorî CENTCOMê, ev êriş wekî bersiveke tund a ji bo êrişa doh a li ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê hatiye kirin.

CENTCOMê diyar kir ku balafirên Amerîkayê li depoyên mûşek û dronan û sîstemên radarê yên li qeraxên Îranê xistiye.

Îranê 25ê Hezîranê bi droneke kamîkaze li keştiya "M/V Ever Lovely" dabû.

Ew keştiya bar a bi alaya Sîngapurê dema ku li nêzîkî qeraxên Umanê ji Tengava Hurmizê derdiket bû armanca êrişê.

CENTCOMê diyar kir ku vê êrişa Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê bi awayekî eşkere peymana agirbestê bin pê kiriye.

Her wiha hat destnîşankirin ku tevgerên metirsîdar ên Îranê azadiya gerîna deryayî ya li vî korîdora bazirganiya navneteweyî têk dibe.

Hêzên CENTCOMê koordînasyona ji bo derbasbûna silamet a keştiyên bazirganiyê ya li tengavê didomînin.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku ew li herêmê hişyar in da ku piştrast bin Îran pêbendî hemû xalên peymanê dimîne.

Medyayê Îranê ji ragihand ku li bajarê Sîrîkê yê Hurmizganê dengê teqînan hatiye.

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Pirsên