Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê îro Amerîka bi binpêkirina peymana rawestandina şerê Rojhilata Navîn tohmetbar kir.
Ev yek jî piştî wê hat ku Washingtonê êrişî axa Îranê kir û Tehranê jî bi êrişkirina ser armancên Amerîkayê yên li Kendavê bersiv da.
Ev pevçûna germ piştî wê hat ku Washingtonê Tehran bi êrişkirina ser keştiyeke bazirganiyê ya li Tengava Hurmizê tohmetbar kir.
Vê yekê metirsî li ser hewldanên navneteweyî yên ji bo vekirîhiştina wê rêya avî yê girîng çêkir.
Îsraîlê êrişên nû li başûrê Libnanê pêk anîn û serkirdayetiya Hizbulahê jî peymana aştiyê red kir.
Astengbûna keştiyan li Tengava Hurmizê
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrişên wan ên dawî bersivek bû ji bo “destdirêjiya bêhincet a hêzên Îranê ya li dijî keştiyên bazirganiyê.”
CENTCOMê da zanîn ku wan embarên mûşek û dronan û xalên radarê yên peravên Îranê kirine armanc û hêzên Îranê bi eşkereyî agirbest bin pê kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha êrişa bi dronan a Îranê ya li ser keştiyeke bazirganiyê wekî “binpêkirineke ehmeqane ya peymana agirbestê” bi nav kiribû.
Li hemberî vê yekê, Îranê ragihand ku “ev êrişên hovane binpêkirineke eşkere” ya peymana bidawîanîna şer in ku dawiya meha sibatê dest pê kiribû.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Kendavê kiriye.
Wan hişyarî da û got, “Eger destdirêjî ducare bibe, dê bersiva me berfirehtir bibe.”
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku derengiya şeva înê li bendera bajarê Sîrîkê yê li başûrê welêt ji ber teqînek çêbûye.
Lê Ajansa Nûçeyan a Mîhrê ragihand ku bender bi awayekî asayî vekirî ye.
Li aliyê din Behrêynê ragihand ku berê sibeha şemiyê rastî êrişên çend dronên Îranê hatiye.
Behrêynê Tehran bi “têkdana hewldanên aştiyê” tohmetbar kir.
Ajansa Ewlehiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) jî ragihand ku “aliyeke nenas” zerer gihandiye tankereke petrolê ya li tengavê.
Barê giran ê aboriyê yê li ser Tehranê
Lekolerê RUSIyê H. A. Hellyer li ser rewşê dîtinên xwe anîn zimên û got:
"Îhtimaleke mezin e ku Îran çalakiyên xwe yên sînorkirî yên li nav Tengava Hurmizê bidomîne.
Ev jî ji bo zexta li ser keştiyên navneteweyî ye, bêyî ku şerekî berfirehtir derxe."
Hellyer destnîşan kir ku hilbijartinên Amerîkayê yên meha çiriya paşîn dê zextê li Washingtonê bikin da ku zûtir bigihîje peymanekê.
Wî diyar kir, ji bo Îranê jî dan û standineke demdirêj û zexteke kontrolkirî ya li tengavê dikarin di berjewendiya wê de bin.
Ev pevçûn bandoreke giran li aboriya Îranê dikin. Li gorî Saziya Amaran a Îranê, enflasyona salane gihîştiye ji sedî 88,6an.
Ev rêje meha sibatê ji sedî 68 bû. Tevî van aloziyan jî, ji ber hêviya berdewamiya hat û çûna li Hurmizê, bihayê petrolê daketiye.
Naîm Qasim peymana Libnanê red dike û Îsraîl dîsa êriş dike
Piştî ku Hizbulahê destpêka meha adarê ji bo piştgiriya Îranê mûşek avêtin Îsraîlê, Libnan ket nav şer.
Îsraîl û Libnanê roja înê bi piştgiriya Amerîkayê ji bo pêkanîna aştiyê peymanek îmze kir.
Sekreterê Giştî yê Nû yê Hizbulahê Naîm Qasim roja şemiyê ev peyman red kir.
Wî ew peyman wekî “şermezarî, heqaret û radestkirina serweriyê” bi nav kir û ragihand ku peyman “pûç û bêqîmet e.”
Naîm Qasim xwest ku peymana Washingtonê ya bi Tehranê re bi temamî were bicihkirin ku rawestandina şer a li Libnanê jî li xwe digire.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja înê tekez kiribû ku hêzên Îsraîlê dê li herêma ewle ya li başûrê Libnanê bimînin heta ku Hizbulah çekan deyne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî roja şemiyê ji hêzên xwe re got, “Xwe ji bo mayîneke demdirêj a li herêma ewle amade bikin.”
Artêşa Îsraîlê roja şemiyê êrişeke asmanî li başûrê Libnanê pêk anî.
Ev êriş ji dema ragihandina peymanê ve yekem êrişa bi vî rengî ye.
Pişt re Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan a Libnanê ragihand ku Îsraîlê êvara şemiyê êrişên nû yên asmanî birine ser başûrê welêt.
.webp&w=3840&q=75)


