Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan berbanga îro bi mûşek û dronan 8 baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê kirine armanc.
Li gorî daxuyaniya ku Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê belav kiriye, yekîneyên deryayî û asmanî yên Supaya Pasdaran di navbera saet 02:00 û 03:00yê nîvê şevê de operasyonek pêk aniye.
Supaya Pasdaran angaşt kir ku wan di van êrişan de "binesaziyên leşkerî yên sereke yên Amerîkayê" kirine armanc.
Hat destnîşankirin ku Baregeha Asmanî ya Elî El-Salimê ya li Kuweytê û Biryargeha Fîloya Pêncemîn a Amerîkayê ya li Behreynê jî di nav wan binesaziyan de ne.
Supaya Pasdaran eşkere kir ku ev operasyon piştî wê yekê hat ku hêzên Amerîkayê roja yekşemê êrişî 5 pêgehên peravê yên Îranê kiribû.
Tengava Hurmizê û hişyariya "bersiva tund"
Hêza Îranî angaşt kir ku rêkarên deryavaniyê yên li Tengava Hurmizê li gorî "Peymana Îslamabadê" di bin hevahengiya Îranê de ne.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku dê keştiyên binpêker rastî "gavên ji yên berê tundtir" werin.
Her wiha hat destnîşankirin ku dê her êrişea paşerojê ya "dijmin dê rastî "bersiveke wêranker" were.
Supaya Pasdaran her wiha hişyarî da ku her binpêkirina agirbestê dê "hemû pêvajoyên berdewam" ên di çarçoveya Peymana Îslamabadê de rawestîne.
Amerîka: Rewş hîn didome
Kuweytê berê ragihandibû ku sîstemên wan ên parastina asmanî bersivê didin gefên "dijminane" yên bi mûşek û dronan.
Li hêla din, li Behreynê jî zengilên hişyariyê lê da û bangî xelkê hat kirin ku herin cihê herî nêzîk ê ewle.
Ev êriş piştî wan nûçeyan hatin ku qala çend teqînan li başûrê Îranê bi taybetî li Sîrîk û Girava Qişmê dikirin.
Medyaya Îranê diyar kir ku mûşekan li gundê Tahrouyiyê li birca ragihandinê xistiye.
Rayedarekî Amerîkayê ji malpera nûçeyan a Axiosê re piştrast kir ku Îranê gelek mûşek û dron ber bi welatên cîran ve avêtine ku di nav wan de Behreyn û Kuweyt jî hene.
Rayedarê Amerîkayê anî zimên ku "rewş hîn didome" û diyar kir ku heta niha qala ti zererên canî yên Amerîkî yan jî bandor û zerereke mezin a li ser baregehên Amerîkayê nehatiye kirin.
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Îranê êrişî gelek armancên din kiriye.
CENTCOMê eşkere kir ku piştî tevgerên berdewam ên Îranê yên li dijî keştiyên bazirganiyê yên li nêzîkî Tengava Hurmizê, hêzên Amerîkayê binesaziya çavdêriya leşkerî, sîstemên ragihandinê, pêgehên parastina asmanî û dezgehên taybet bi dronan ên Îranê kirine armanc.



.webp&w=3840&q=75)