Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu peymana agirbestê ya bi Libnanê re wekî destkefteke dîrokî ya ji bo Îsraîlê bi nav kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ev gaveke mezin e ji bo bidawîanîna şer û ji bo gihîştina peymaneke aştiyê ya herdemî ya di navbera Îsraîl û Libnanê de zemînê amade dike.
Netanyahu di konferanseke rojnamegeriyê de destnîşan kir ku ew peyman derbeyeke mezin e li Îran û Hizbulahê û eşkere kir ku Amerîka û Libnan razî bûne ku Îsraîl herêmeke ewlehiyê di nav axa Libnanê de biparêze.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu anî ziman:
"Em dê heta ku Hizbulah û komên terorîst ên din tên bêçekkirin li wê herêmê bimînin.
Heta wê dema ku êdî ti gef ji Libnanê li ser Îsraîlê nemînin."
Netanyahu tekez kir ku Îranê dixwest vekişîna leşkerî bi ser Îsraîlê de ferz bike lê wan li ber xwe daye û ev yek red kiriye.
Peyamek ji bo Tehranê: Pêwendiya vê bi we re nîne
Netanyahu ragihand ku bi vê peymanê Îsraîl, Libnan û Amerîka peyameke zelal didin Tehranê û wan gotiye:
"Pêwendiya vê bi we re nîne. Li vir ti pêgehk, ti destwerdan û ti rolên we nînin; ne hûn, ne Hizbulah û ne jî komên din ên terorîst."
Li ser hûrgiliyan, Netanyahu qebûl kir ku Îsraîl dê ji 2 herêmên biçûk vekişe.
Ev dê ji bo bêçekkirina Hizbulahê û radestkirina herêmê ya artêşa Libnanê wekî projeyeke pîlot be.
Netanyahu li ser nexşeyekê nîşan da ku herêmek bi temamî li derveyî xeta ewlehiyê ye û ya din jî li qeraxa herêmê ye ku êdî pêwîstiya artêşê pê nîne.
Bi vê yekê Îsraîlê hemû ew herêma ewlehiyê parastiye ku ji bo parastina bakurê welatê xwe pêwîst e.
Li hemberî vê yekê, Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Naîm Qasim peymana Washingtonê red kir û peyman wekî şermezarî û radestkirina serweriya Beyrûtê bi nav kir.
Naîm Qasim di daxuyaniyekê de, girêdana vekişîna Îsraîlê ya bi bêçekkirina Hizbulahê re red kir.
Ev yek xaleke sereke ya peymanê ye ku bi navbeynkariya Amerîkayê hatiye îmzekirin.
Ev pêşhat piştî şerekî bi xwîn hatin ku destpêka meha Adara îsal dest pê kiribû.
Wê demê Hizbulahê wekî tola kuştina Rêberê berê yê Îranê êrişî Îsraîlê kiribû.
Îsraîlê jî bi êrişeke berfireh a asmanî û operasyoneke bejayî bersiv dabû.
Ji wê demê heta niha, zêdetirî 3 hezar û 500 Libnanî hatine kuştin û gelek kes koçber bûne.
Tevî ragihandina çendîn agirbestan jî şer berdewam kir.
Tenê di çend rojên borî de ji ber êrişên Îsraîlê 47 kes li Libnanê hatin kuştin.
Niha ev peymana nû ya Washingtonê wekî hewldana dawî ya ji bo rêlibergirtina şerekî berfireh tê dîtin.
Her çend helwesta Îran û Hizbulahê guman xistiye ser bicihanîna wê jî, hîn alî negihîştine lûtkeya baweriyê.



.webp&w=3840&q=75)