Hewlêr (Rûdaw) - Îranê li hemberî daxuyaniya hevpar a Fransa û Brîtanyayê ya li ser çûn û hatina keştiyan hişyarî da.
Tehranê ragihand ku Tengava Hurmizê "ne qadeke ji bo nimayişa leşkerî ya hêzên li derveyî herêmê ye."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, "Tengava Hurmizê ji bo wan hêzên ku ji derveyî herêmê tên ne qada nimayişa leşkerî ye."
Xerîbabadî destnîşan kir ku Tehran "wekî hêzeke berpirsyar û garantora ewlehiya Tengavê, li ser her liv û tevgereke leşkerî ya li vê rêya avî ya hestyar hişyariyê dide."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê da zanîn:
"Ewlehiya Hurmizê li ser milê welatên qeraxê ye.
Ew kesên ku pirsgirêkan derdixin dê baca serpêhatiyên xwe bidin. Ev hişyariyeke cidî ye."
Daxuyaniya hevpar a Brîtanya û Fransayê
Ev daxuyaniyên Îranê piştî wê yekê tên ku roja Înê Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniyeke hevpar de amadehiya welatên xwe ya ji bo şandina "tîmeke leşkerî ya pirneteweyî ji bo piştgiriya parastina azadiya keştivaniyê ya li Tengava Hurmizê" nîşan dabû.
Serkirdeyên her du welatên Ewropî ragihandibû, "Tengava Hurmizê cihekî giring ê aboriya cîhanê ye."
Wan her wiha anîbû ziman ku vegerandina çûn û hatina ewle ya ji bo keştiyên hemû welatan mijareke giring a cîhanî ye.
Pêbendiya bi aramiyê
Di daxuyaniya Starmer û Macron de hatibû gotin:
"Brîtanya û Fransa ducare tekeziyê li pêbendiya xwe ya hevpar a ji bo aramî û rêzgirtina li serweriya hemû welatan dikin.
Her wiha em amade ne ku ji bo parastina ewlehiya cîhanê, azadiya keştivaniyê û qanûnên navneteweyî bi hevpeymanên xwe re di nava hevahengiyeke nêzîk de bin."
Her du serkirdeyan her wiha eşkere kir ku "Uman razî bûye ku bi Brîtanya û Fransayê re bixebite ku sînorên avî yên herêmê ji bo çûn û hatina keştiyan ewle bin."
Ev gava Brîtanya û Fransayê piştî wan aloziyan tê ku di dema şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de di çûn û hatina keştiyên li Tengava Hurmizê de derketibûn.
Wan aloziyan zexteke giran li bazarên enerjiyê çêkiribû û bûbû sedema bihabûna sotemeniyê.

.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)