Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di hevdîtina bi Serokê Encumena Şûraya Hemasê Mihemed Derwîş re got, “Aştiya me û Amerîkayê nîne û em Îsraîlê bi awayekî fermî nas nakin.”
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, Qalîbaf li Tehrana paytext bi Derwîş re civiya.
Qalîbaf di civînê de diyar kir ku ew dê gava pêwîst be bi mûşekan û gava pêwîst be jî bi piştgiriya siyasî alîkariya “Misilmanan” û "Eniya Berxwedanê" bikin.
Wî li ser helwesta Îranê ya li hemberî Washington û Tel Evîvê anî zimên: “Aştiya me û Amerîkayê nîne û em Îsraîlê bi awayekî fermî nas nakin.”
"Tola îmam azadiya Qudisê ye"
Serokê Parlamentoya Îranê destnîşan kir ku divê dîplomasî karibe destkeftiyên leşkerî biparêze û wan mayînde bike û li pey çû: “Tola îmamê şehîd, azadiya Qudisê ye.”
"Peyman ji bo Amerîkayê têkçûn e"
Serokê Encumena Şûraya Hemasê Mihemed Derwîş jî bal kişand ser wê yekê ku protokola di navbera Îran û Amerîkayê de ji bo "Eniya Berxwedanê" serkeftinek e û diyar kir:
“Her xala peymanê ji bo Îranê serkeftin û ji bo Amerîkayê jî têkçûn e.”

.jpg&w=3840&q=75)
