Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Hemasê ya ku nêzîkî 20 salan e îdareya sivîl a li Xezeyê di destê xwe de digire, bi biryareke dîrokî ragihand ku wê hikûmet rûxandiye.
Li gorî biryarê, îdareya Xezeyê dê radestî komîteyeke nû ya niştimanî were kirin ku ji teknokratan pêk tê.
Bi bî awayî Serdema Hemasê ya li Xezeyê ya ku ji sala 2007an ve didome bi dawî dibe.
Li gorî daxuyaniya fermî ya ku îro hat dayîn, Hemasê ew avahiya hikûmetê ya ku berpirsa îdareya sivîl û kar û barên herêmê bû bi awayekî fermî nehiştiye.
Hat ragihandin ku ev gav ji bo wê yekê hatiye avêtin da ku îdareya Xezeyê radestî heyeteke nesiyasî ya pisporan were kirin.
Serokê Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Hemasê Îsmaîl Sewabite ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî.
Sewabite di axaftina xwe de qala hûrgiliyên pêvajoya veguhastinê kir.
Sewabite diyar kir ku Serokê Komîteya Rewşên Awarte ya Hikûmetê Mihemed Fera îstifaya xwe ya fermî pêşkêş kiriye.
Wî destnîşan kir ku ji bo desthilatên îdarî bi awayekî serkeftî werin radestkirin avahiya heyî hatiye tasfiyekirin û got:
"Biryara nehiştina hikûmetê ji bo desthilatan bi hêsanî radestî 'Komîteya Niştimanî ya Îdareya Xezeyê' were kirin hatiye dayîn."
Plana “Heyeta Aştiyê” ya Trump kete dewrê
Ev komîteya nû ya ku dê îdareya sivîl a Xezeyê bigire ser xwe, wekî berhemeke dîplomasiya navneteweyî balê dikişîne.
Ev komîte ji aliyê "Heyeta Aştiyê" ve hatiye avakirin.
"Heyeta Aştiyê" jî wê demê hatibû avakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Çiriya Pêşîn a 2025an ji bo peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de navbeynkarî kiribû.


