Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li ser fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump wan dest bi pêleke nû ya êrişên li Îranê kir.
CENTCOM da zanîn ku armanca van êrişan kêmkirina şiyanên Îranê yên ji bo gefxwarina li ewlehiya deryayî ye.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser Xê eşkere kir ku hêzên wan dest bi êrişên zêdetir ên li Îranê kiriye.
CENTCOM diyar kir ku ew dixwazin bi van êrişan şiyanên Îranê yên ji bo gefxwarina li azadiya keştivaniyê ya li Tengava Hurmizê ji holê rakin.
CENTCOMê ragihand ku Amerîka Îranê ji ber wê "şerxwaziya bê hincet" a dawiyê ya li hemberî keştiyên bazirganî û tîmên keştiyên sivîl berpirsyar dibîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew keştî di rêyeke deryayî ya navneteweyî ya girîng re diçûn û Amerîka rê nade ku ewlehiya wan were têkbirin.
Donald Trump agirbest ji hev xist
Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de bi fermî hilweşandina agirbesta bi Îranê re ragihand û got:
"Ew her roj peymanê bin pê dikin, loma dibe ku em îşev gelekî bi tundî li wan bidin."
Di heman demê de, CENTCOMê berê ragihandibû ku wan 80 armancên leşkerî, baregehên deryayî û cihên avêtina mûşekên Îranê bombebaran kirine.
Şerê li Îranê ku dawiya meha Sibatê dest pê kiribû bûye sedema rawestandina hinartina enerjiyê ya ji Tengava Hurmizê û bilindbûna bihayê sotemeniyê li cîhanê.
Washington tekez dike ku heta Tehran pêbendî lihevtêgihiştinê nebe, bijardeyên wan ên leşkerî yên li dijî Tehranê dê bidomin.
.webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
