Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan êrişî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ya li Urdinê kiriye.
Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku êriş bi 10 mûşekên balîstîk hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku demjimêr 14:30î wan êrişek pêk aniye û di êrişê de Navenda Fermandariya Kontrolê ya Amerîkayê ya li Rojavayê Asyayê û baregeha asmanî ya li Urdinê hatine armancgirtin.
Hat destnîşankirin ku ev êriş bersiva êrişên Amerîkayê yên li Îranê bûye.
Supaya Pasdaran hişyarî da ku eger "destdirêjiyên" Amerîkayê ducare bibin, ew dê bi tundî êrişî baregehên din ên li herêmê bikin.
Hişyariya Balyozxaneya Amerîkayê
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Urdinê jî hişyariyeke ewlehiyê belav kir û got ku îhtimala êrişa "mûşekî û dronî" ya Îranê ya li Urdinê heye.
Hevdem 2 şev in hêzên Amerîkayê êrişî Îranê dikin.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, şeva sêşemê 80 armanc û şeva çarşemê jî 90 armancên li nav Îranê hatine bombebarankirin.
Supaya Pasdaran ragihand ku di êrişa destê sibehê ya Amerîkayê ya li parêzgeha Xûzistanê de 3 çekdarên wan hatine kuştin.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Welîulesrê ya li parêzgeha Xûzistanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku danê sibehê Amerîkayê êrişî xaleke leşkerî ya li bajarê Ehwazê kiriye û 3 pasdar hatine kuştin.
Supaya Pasdaran nasnameyên endamên xwe yên kuştî eşkere kirin.
Hat ragihandin ku Husên Emûrî, Seîd Tewekulîzade û Muhsîn Necatî di êrişê de hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku roja înê di dema nimêja Înê de dê şîna her 3 pasdaran li bajarê Ehwazê were danîn.
Hat gotin ku dê paşê roja merasîma taybet a veşartina wan were ragihandin.
Berî niha Alîkarê Parêzgarê Xûzistanê Welîullah Heyatî anîbû ziman, "Danê sibehê êrişî xaleke li bajarê Ehwazê hatiye kirin."
Heyatî bêyî ku amaje bi nasnameya wan a leşkerî bike destnîşan kiribû ku 3 kes hatine kuştin û komek xelk jî birîndar bûye.
Êrişên li Kuweyt û Behreynê
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan di gereke nû ya êrişan de nêzîkî 90 armancên leşkerî yên li beravên Îranê bombebaran kirine.
Di bersivê de, Supaya Pasdaran a Îranê eşkere kir ku wan bi mûşek û dronan êrişên tund li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê pêk anîne.
Kontrola Tengava Hurmizê
Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê li ser rewşa Tengava Hurmizê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di 2 hefteyên borî de wan kontrola temam a tengavê kiriye.
Hat destnîşankirin ku bi rêya vekirina gav bi gav, wan çûn û hatina keştivaniyê gihandiye ji sedî 50yî ya qonaxa beriya destpêkirina şer.
Di daxuyaniya ku îro hatiye belavkirin de hat gotin ku niha tenê mafê derbasbûnê yê wan keştiyan heye ku destûra fermî ji Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran wergirtine.
Her wiha divê ew keştî pêbendî rêkarên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê bin.
Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran hişyariyeke tund da Amerîkayê û anî ziman, "Ti parên biyaniyan di axa Îranê û Tengava Hurmizê de nînin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her destwerdaneke artêşa Amerîkayê ya ji bo diyarkirina rêya keştivaniyê dê rûbirûyî bersiveke tund bibe.
Hat gotin ku ev yek dê pêvajoya vekirina gav bi gav a tengavê jî asteng bike û ev jî berjewendiyên wan welatan dixe metirsiyê ku sûdê ji tengavê werdigirin.



.webp&w=3840&q=75)