Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Aştiyê li ser pêvajoya çareseriyê raporeke ku ji 15 madeyan pêk tê belav kir.
Weqfê xwest ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê garantiyên hiqûqî werin dabînkirin, sîstema cerdevaniyê were rakirin û mafên nasnameyî bikevin bin parastina qanûnî.
Weqfa Aştiyê di rapora xwe ya bi navê “Berpirsyariya me ya dîrokî” de bal kişand ser wê yekê ku di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de cara yekem e ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de mirin sekinîne.
Weqfê got ku derfeteke zêrîn di destê saziya siyasetê de ye ku aştiyê bike bingeha sedsala nû.
Di destpêka raporê de amaje bi wê yekê hat dayîn ku divê Parlamentoya Tirkiyeyê bi awayekî çalak derkeve pêş û çarçoveya hiqûqî û saziyî ya pêvajoyê bi zelalî diyar bike.
Weqfê diyar kir ku nexşerêya aştiyê divê bi lihevkirineke herî berfireh a li bin banê Parlamentoyê were amadekirin ku ti guman di nava civakê de nemînin.
Her wiha diyarkirina statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan wekî gaveke mezin a pêvajoyê pênase kir.
Li gorî raporê, divê mercên xebat, jiyan û pêwendiya Ocalan li gorî pîvanên dewleta hiqûqê û bi awayekî zelal careke din werin birêxistin ku rola wî ya di aştiyê de bi tenduristî bimeşe.
Mijareke din a girîng a raporê, dabînkirina garantiya hiqûqî ye ji bo hemû kes û saziyên ku di vê pêvajoyê de kedê didin.
Weqfa Aştiyê destnîşan dike ku divê xebatên çekdanînê tenê ji bo burokrasiya ewlehiyê neyên hiştin û divê çavdêrên sivîl ên serbixwe jî tevlî pêvajoyê bibin ku baweriya civakî xurt bibe.
Banga rakirina sîstema cerdevaniyê
Weqfa Aştiyê her wiha daxwaz dike ku di çarçoveya reformên ewlehiyê de, sîstema cerdevaniyê ya ku mîratê serdema şer e were rakirin.
Hat xwestin ku ji bo cerdevanan bernameyên nû yên jiyanê werin amadekirin ku ew careke din tevlî jiyana sivîl bibin.
Di warê hiqûqa înfazê û reformên darazê de jî çend pêşniyar di raporê de cih girtin.
Weqf daxwaz dike ku Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) li gorî standardên navneteweyî yên mafên mirovan were guhertin û di demeke dirêj de bi temamî were rakirin.
Her wiha hat diyarkirin ku divê ji bo vegera dilxwazî û ewle ya wan kesên ku li derve ne, binesaziya qanûnî were amadekirin.
Di raporê de banga berdana girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran e hat kirin.
Hat gotin ku divê rewşa girtiyên siyasî di çarçoveya darizandina dadperwerane de careke din were nirxandin û dawî li sîstema qeyûman were anîn.
Naskirina nasnameyê û perwerdeya bi zimanê dayîkê
Weqfa Aştiyê di dawiya rapora xwe de balê dikişîne ser koka Pirsgirêka Kurdan û destnîşan dike ku naskirina nasnameya Kurdan û garantiya mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, şertên bingehîn ên aştiyeke rasteqîn in.
Weqf tekez dike ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de veguherîna demokratîk a dewletê ye.
Li gorî nêrîna weqfê, eger siyaset di mecrayên xwe yên xwezayî de biherike û hiqûq bi awayekî wekhev ji bo her kesî were bicihkirin, Tirkiye dê karibe careke din di nava biratiyê de jiyana xwe ya hevbeş ava bike.



