Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku wan li hemberî "destdirêjiyên Amerîkayê" yên li başûrê welatê wan, bi rêya dronan sîstema Patriot û çend armancên leşkerî yên Amerîkayê li Kuweyt û Behreynê bombebaran kirine.
Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di çend saetên borî de, li hemberî berdewamiya êrişên Amerîkayê yên li herêmên cuda yên başûrê Îranê, wan bi dronên "bombebarkirî" êrişî artêşa Amerîkayê ya li Kuweytê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di wan êrişan de sîstema parastina asmanî ya "Patriot", depoyeke cebilxaneyê û stasyoneke radarê ya artêşa Amerîkayê ya li Kuweytê hatine lêdan.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku di pêleke din a êrişên dronî de, artêşa Îranê "sîstema pêwendiyan û stasyona radarê" ya artêşa Amerîkayê ya li Behreynê xistiye.
Artêşa Îranê di dawiya daxuyaniyê de hişyarî da Amerîkayê û got:
"Berpirsyariya encamên van cure liv û tevgeran û aramiya herêmê li ser milê wê û Îsraîlê ye."
Her wiha tekez kir ku di îhtimala ducarebûna êrişan de, "bersiva me dê tundtir be."
Ew êrişên Îranê yên li Kuweyt û Behreynê, wekî bersiva êrişên berê yên sibehê yên Amerîkayê yên li çend bajarên başûrê Îranê hatin kirin.
Daxuyaniya Supaya Pasdaran
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li hemberî êrişên Amerîkayê, navenda fermandariyê û kontrolê û cihê dronên cureyê MQ9 li baregeha "Şahzade Hesen" a li Urdunê "têk birine."
Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyeke din de hişyariyeke tund da Amerîkayê û ragihand:
"Berdewamiya destdirêjiyên Amerîkayê, dê bersiveke gelekî tundtir û kujertir li pey xwe bîne."
Destê sibehê di nava vê mehê de cara sêyem e Amerîkayê êrişî Îranê kir.
Li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), êriş wekî bersiva êrişeke Îranê ya li keştiyekê ya li Tengava Hurmizê hat kirin.
Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Îmaratê îro ragihand ku parastina asmanî ya welatê wan bersiva rêze êrişên mûşekî û dronî daye ku ji axa Îranê ve hatine avêtin.
Pasdarên Îranê ragihand ku di qonaxa duyem a "operasyona bersivê" de, wan baregeha asmanî ya Al-Udeidê ya Amerîkayê ya li Qeterê bi mûşekên balîstîk kiriye armanc û keştiyeke din jî li Tengava Hurmizê rawestandiye.
Di daxuyaniya Pasdaran de hat gotin ku di wê êrişa bi mûşekên balîstîk de "navenda çaksaziya balafirên şer" û "navenda fermandariyê û kontrolê" ya baregeha Al-Udeidê ya li Qeterê "hatine lêdan û têkbirin."
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku cara sêyem e di nava vê hefteyê de bu tundî êrişî baregehên leşkerî yên Îranê kiriye û di êrişa dawî de 140 armanc hatine bombebaran kirin.


.jpg&w=3840&q=75)
