کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Mûşekên Îranê / Wêne: Reuters

Mûşekên Îranê / Wêne: Reuters

Rojhilata Navîn

Îranê li ser êrişa li Komeleya Şoreşger daxuyaniyek belav kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

17-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran17-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan li hemberî êrişên Amerîkayê yên li binesaziya Îranê, li baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Urdinê daye.

Supaya Pasdaran a Îranê her wiha diyar kir ku wan baregehên hêzên "li dijî şoreşê" (partiyên Rojhilatê Kurdistanê) yên li Herêma Kurdistanê jî kirine armanc.

Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku artêşa Amerîkayê şeva borî li hinek armancên sivîl xistiye ku di nav wan de li Bender Ebasê çend pir, herêmên niştecihbûnê û stasyoneke avê hene.

Di daxuyaniya Supaya Pasdaran a Îranê de hat gotin:

"Li beramberî vê şerxwaziyê, hêzên Pasdaran di pêla 14an a operasyona Nesr-2yê de, balafirên şer û balafirên sotemeniyê yên Amerîkayê yên li Urdinê bi mûşekên balîstîk û dronan kirin armanc.

Di encamê de gelek balafirên şer û yên sotemeniyê hatin têkbirin û zerereke cidî gihîşt gelekên din jî."

Supaya Pasdaran a Îranê bangî xelk û artêşa Urdinê kir ku li dijî hebûna leşkerên Amerîkayê ya li ser axa xwe derkevin û berjewendiyên Amerîkayê yên li Urdinê bikin armanc.

Êrişên li Kuweyt û Silêmaniyê

Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyeke din de behsa êrişên li ser sîstema mûşekî ya HIMARSê ya li Kuweytê û cihên leşkerên Amerîkayê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Îran partiyên Rojhilatê Kurdistanê wekî "li dijî şoreşê" bi nav dike.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê ragihand:

"Di berdewamiya operasyona tolhildanê de, hêzên bejayî yên Pasdaran di pêla 15an a operasyona Nesr-2yê de, ji xeynî têkbirina mûşekên HIMARSê yên li Kuweytê, bi mûşek û dronan li çend cihên leşkerên Amerîkayê û hêzên li dijî şoreşê xist."

Li Zirgiwêzê 9 Pêşmerge şehîd ketin

Endamê Ofîsa Siyasî û Berpirsê Komîsyona Birêxistinê ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azarbar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Nêzîkî saet 06:00ê vê sibehê, Îranê bi 8 mûşekên mezin li Zirgiwêza Silêmaniyê li me da."

Di êrişa li Komeleyê de 9 Pêşmerge şehîd ketin û 3 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Destê sibehê bi 8 dronan êrişî Hewlêrê jî hat kirin û Dijîterora Kurdistanê ragihand ku hemû dron hatine xistin.

Pirsên