Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Pasdaran ên Îranê ragihand ku wan di çarçoveya pêla 24an a operasyona "Nasr 2" de, li Behreyn û Kuweytê bi mûşek û dronan êrişî hedefên leşkerî yên Amerîkayê kiriye.
Di daxuyaniya Pasdaran de hat angaştkirin ku li herêma El-Muherekê ya Behreynê radarek û pergaleke parastina asmanî ya Amerîkayê û li herêma Er-Rîfayê jî pergala parastina asmanî ya Patrîotê bi êrişên bi mûşek û dronan hatine tunekirin.
Li gorî daxuyaniyê, di berdewamiya operasyonan de li Kuweytê qadeke radarên dûravêj, navenda ragihandinê, pergalên pêwendiya peykan û li Baregeha Elî Salimê hangara dronên MQ-9 bûne hedef.
Hêzên Pasdaran parast ku di van êrişan de gelek dron hatine tunekirin an jî zerereke mezin gihîştiye wan.
Her wiha hat angaştkirin ku li Baregeha Ehmed el-Cabirê ya Kuweytê radara hişyariya pêşwext, radara parastina mûşekan, radara FPS-117, pergala parastina asmanî ya Patrîotê û pergalên ragihandina peykan hatine îmhakirin.
"Birûsk"
Li hêla din, Artêşa Îranê jî eşkere kir ku wan bi dronên kamîkaze êrişî sê baregehên Amerîkayê yên li Kuweytê kiriye.
Di daxuyaniya artêşê de hat angaştkirin ku di çarçoveya qonaxa 19an a "Operasyona Birûskê" de, êrişî baregehên Arîfcan, Udeyri û Ehmed Cabirê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di van êrişan de li Baregeha Arîfcanê avahiyên îdarî û antenên arastekirinê, li Kampa Udeyriyê qada parkkirina helîkopteran û li Baregeha Ehmed Cabirê jî avahiya ku leşkerên Amerîkayê lê bi cih bûne bûne hedef.


.webp&w=3840&q=75)
