Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê li bazarên cîhanê hinekî daket.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro piştî vêbûna bazarên Asyayê 35 senant daket û bermîlek bi 88,87 dolaran hat firotin.
Bihayê petrola xav a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî li derdora 82,47 dolaran ma.
Her du cureyên petrolê di bin asta herî bilind a meha dawî de ne ku doh hatibû tomarkirin.
Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, doh ragihand ku ew dê dorpêçeke deryayî deynin ser Erebistana Siûdî.
Ev gav dibe sedema vebûna eniyeke nû ya şer a li hemberî Amerîkayê û metirsiyeke mezin li ser dabînkirina enerjiya cîhanî û bazirganiya li derveyî Kendavê çêdike.
Analîstê pilebilind ê bazarên darayî yê şirketa KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê diyar kir:
"Gefa Hûsiyan a ji bo dorpêçkirina Erebistana Siûdî gelekî girîng e çimkî metirsiya rawestandina hinartina petrolê ya yekê ji hilberînerên herî mezin ên cîhanê zêde dike."
Pêşniyara agirbestê
Ji aliyê dîplomatîk ve, berpirsekî pilebilind ê Îranê ji ajansa Reutersê re ragihand ku ji navbeynkaran ji bo agirbesteke 10 rojî pêşniyarek gihîştiye Tehranê.
Armanca vê pêşniyarê parastina wê peymana demkî ye ku 17ê Hezîranê hatibû îmzekirin da ku ji bo peymaneke mayînde û bidawîkirina wî şerî rêyek were dîtin ku 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû.
.webp&w=3840&q=75)


