Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump peymaneke dîrokî ya bi Erebistana Siûdî re pesend kir ku dê bernameyeke nukleerê ya sivîl bide Siûdiyê.
Li gorî nûçeya The Wall Street Journalê, ev peyman dê 30 salan bidome û mêjera wê bi dehan milyar dolaran e.
Rola şirketên Amerîkayê
Peyman hatiye amadekirin da ku şirketên Amerîkayê di bipêşxistina binesaziya nukleerê ya Siûdiyê de roleke sereke bilîzin û rê li ber rikeberên din ên biyanî were girtin.
Yek ji xalên herî girîng ên peymanê ew e ku eger Washington û Riyad li ser pêwîstiya wê li hev bikin, şirketên Amerîkayê dê li Siûdiyê santraleke dewlemendkirina (meyandin) uranyumê ava bikin.
Çavdêriya Amerîkayê
Li gorî raporê, ev peyman dê derfetê bide Amerîkayê ku çavdêriya armancên nukleer ên Siûdiyê bike.
Berpirsên îdareya Trump dibêjin ev yek dê rê li ber bikaranîna bernameyê ya ji bo çêkirina çekan bigire.
Çav li Kongreyê ye
Tê çaverêkirin ku peyman di rojên pêşiya me de ji bo lêkolînê ji Kongreyê re were şandin.
Lê belê eger heye ku parlamenterên ku ji ber zêdebûna şiyana nukleerê ya li Rojhilata Navîn dilgiran in, li dijî vê peymanê derkevin.


.webp&w=3840&q=75)