Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku wan bi rêya dronên bombebarkirî 3 baregehên hêzên Amerîkayê yên li Kuweytê kirine armanc.
Pêwendiyên Giştî yên Artêşa Îranê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku di çarçoveya qonaxa 25an a "Operasyona Birûskê" de û wekî bersivekê ji bo êrişên Amerîkayê, wan bi berfirehî êrişî baregehên artêşa Amerîkayê yên li Kuweytê kiriye.
Artêşa Îranê di daxuyaniya de got:
"Di vê êrişê de dronên Areşê hatin bikaranîn.
Depoyên çek û cebilxaneyê yên li baregeha Edîriyê, cihê mayîna leşkerên Amerîkayê ya li baregeha Dewheyê û navenda hêzên Amerîkayê ya li baregeha Erîfcanê ya li Kuweytê bûn armanc."
Artêşa Îranê tekezî li ser domandina êrişên mûşekî û dronî kir û ragihand:
"Gefên Serokê Amerîkayê tenê daxwaz û îradeya gel û hêzên me yên çekdar ên li dijî destdirêjkeran xurttir dike."
Hişyarî dan Amerîkayê
Artêşa Îranê di dawiya daxuyaniyê de hişyarî da Amerîkayê û anî ziman:
"Her cure serpêhatiyeke nû û vekirina eniyeke nû ya şer, ducarekirina şaştiyên stratejîk ên berê ye.
Encama vê jî dê tenê binketina Amerîkayê û serkeftina Îranê be."
Ev êriş di demekê de ne ku êrişên Amerîkayê yên li pêgehên leşkerî û binesaziyên Îranê didomin.
Destê sibehê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku 13 şevan li ser hev êrişî Îranê kiriye.
Li beramberî vê jî, hêzên çekdar ên Îranê bi hinceta zererdayîna berjewendiyên Amerîkayê êrişên xwe yên li ser welatên herêmê didomînin.

.webp&w=3840&q=75)

