Hewlêr (Rûdaw) - Berxwedana Îslamî ya Îraqê angaştên ku dibêjin wan êrişî qadên petrolê yên Erebistana Siûdî kiriye red kirin.
Rêxistinê li ser vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan bi dronan êrişî qadên petrolê yên li Riyad û Yenbuyê nekiriye.
Rêxistinê ragihand ku li şûna van tohmetan divê dorpêça li ser Yemenê were rakirin.
Siûdiyê êriş şermezar kirin
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî êrişên bi dronan şermezar kiribûn.
Siûdiyê angaşt kiribû ku ev êriş ji aliyê "mîlîsên ku Îran piştgiriya wan dike" ve hatine kirin.
Wezaretê ji hikûmeta Îraqê xwest ku ji bo parastina sînorên xwe û rêlibergirtina êrişan hemû tedbîran bistîne.
Îraq lêkolînê dike
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ferman da ku li ser wan angaştan lêkolîn were kirin.
Wî xwest ku were destnîşankirin bê ma Erebistana Siûdî ji nav axa Îraqê hatiye hedefgirtin an na.



