Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Saziya MarineTrafficê, asta tevgera keştiyan a li Tengavên Hurmiz û Babul Mendebê guherîneke mezin çêbûye.
Çalakiyên li Tengava Hurmizê bi awayekî berbiçav kêm bûne lê belê tevgera li Tengava Babul Mendebê zêdetir bûye.
Di navbera 24 û 26ê Tîrmeha 2026an de tenê 29 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bûne.
Ji wan 21 keştî ji Kendavê derketine û tenê 8 keştî ketine nav herêmê.
Nîvê wan keştiyên ku derbas bûne rêyên avî yên Îranê bi kar anîne.
Cihê nîvê din ê keştiyan jî nediyar maye.
"Geşta Tarî" li Babul Mendebê
Beravajî Tengava Hurmizê, di heman demê de li Tengava Babul Mendebê çalakiyeke zêde çêbûye.
Li wir derbasbûna 100 keştiyan hatiye qeydkirin.
Li gorî amaran, 51 keştî ketine nav Deryaya Sor û 49 keştî jî jê derketine.
10 ji wan keştiyan bi şêweya "Geşta Tarî" (Dark Voyage) derbas bûne.
Wan amûrên diyarkirina cihê xwe girtin da ku ji çavan winda bibin.
Zengila metirsiyê
Ev guherîn di demekê de ne ku herêm piştî destpêka aloziyên navbera Amerîka û Îranê yên Sibata 2026an, di rewşeke ewlehiyê ya aloz de ye.
Şirketên keştiyevaniyê tevî metirsiyan jî hîn Tengava Babul Mendebê wekî rêyeke sereke dibînin.
Kêmbûna tevgerê ya li Hurmizê ku ji sedî 20ê petrola cîhanê tê re derbas dibe, ji bo bihayê enerjiyê û bazirganiya cîhanî zengila metirsiyê ye.
Pispor wisa difikirin ku her astengiyên li van her du xalên sereke yên cîhanê, dê bandoreke rasterast li ser bihabûna kel û pel û sotemeniyê ya li bazaran bike.



