کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa / Wêne: Arşîv

Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa / Wêne: Arşîv

Rojhilata Navîn

Parêzgarê Kerkûkê: Bêyî piştgiriya Erdogan Tirkmenek nedibû parêzgar

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

31-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran31-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye
Rojhilata Navîn18-11-2026

Amerîkayê êrişî Girava Qeşmê kir û Îranê ragihand ku wan droneke Amerîkayê xistiye

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Israel Katz: Em ji Libnan, Sûriye û Xezeyê venakişin

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin
Rojhilata Navîn18-11-2026

Artêşa Îranê: Eger Amerîka şaşiyekê bike em dê bersivê bidin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa ragihand ku bêyî piştgiriya Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan Tayyîp Erdogan Tirkmenek nedibû parêzgar.

Kerkûk bû endamê Yekîtiya Şaredariyên Cîhana Tirkan.

Parêzgarê Kerkûkê jî got, "Hilbijartina kesekî Tirkmen a ji bo kursiyê parêzgar, berhema siyasetên bihêz ên Recep Tayyîp Erdogan e."

Di civîna Desteya Birêvebir a Yekîtiya Şaredariyên Cîhana Tirkan de ku bi beşdariya Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa li bajarê Karamanê yê Tirkiyeyê hat lidarxistin, endamtiya Kerkûkê ya di wê yekîtiyê de bi fermî hat naskirin.

Her wiha projeyên bipêşxistina hevkariya di navbera îdareyên navxweyî yên Cîhana Tirkan de hatin gotûbêjkirin.

Berhema siyasetên Erdogan e

Parêzgarê Kerkûkê Mihemed Seman Axa di axaftina xwe de got:

"Em piştî 102 salan wekî parêzgarekî Tirkmen ji Kerkûkê hatine. Ev rastiyeke ku guman li ser nîne ye ku eger siyaseta bihêz a Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û piştgiriya saziyên Tirkiyeyê nebûna, nedibû ku li Kerkûkê parêzgarekî Tirkmen were hilbijartin.

Siyaseta derve ya Tirkiyeyê çi qasî bihêz be Tirkên li derveyî wî welatî jî ew qasî zêdetir dikarin li ser pêyên xwe bisekinin û têbikoşin."

Em bi hemû aliyan re dixebitin

Mihemed Seman li ser şêwaza xebata wan a wekî pêkhateya Tirkmenan a li Bexdayê jî axivî.

Wî diyar kir ku wekî Eniya Tirkmenan a Îraqê ji piştî hilbijartina xwe ve wan hewl daye ku bi hemû aliyan re pêwendiyeke hevseng deynin û got:

"Bêyî ku em li Bexdayê ti cudahiyan bixin navbera Şîe, Sune, Kurd û Xiristiyanan, em bi hemû aliyên siyasî re dicivin û dixebitin."

Yekîtiya Şaredariyên Cîhana Tirkan rêxistinek e ku sala 2003yan hatiye damezirandin û baregeha wê li Stenbolê ye.

Armanca vê yekîtiyê ew e ku hevahengî, hevkariya çandî û xurtkirina pêwendiyên di navbera şaredariyên welat, navçeyên Tirkmenan û deverên pêwendîdar de çêbike.

Parêzgarê nû yê Kerkûkê

16ê Nîsana 2026an Encumena Parêzgeha Kerkûkê bêyî beşdariya fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civiya.

Di wê civînê de Mihemed Seman bi piraniya dengan wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hat diyarkirin.

Ev yek jî piştî îstifakirina parêzgarê berê yê Kerkûkê Rêbiwar Taha pêk hat.

Mihemed Seman piştî ku wekî parêzgar hat hilbijartin di daxuyaniya xwe ya ewil de gotibû:

"Me dawî li hesreteke 100 salî anî û niha Tirkmenek parêzgarê Kerkûkê ye."

Pirsên