Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve (artêşa Îsraîlê dest bi êrişên li ser Xezeyê kiribû) hezar û 138 leşkerên Îsraîlê mirine.
Rojnameya Maarivê ya Îsraîlê li ser rewşa artêşa Îsraîlê raporek belav kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku di êrişên ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve hezar û 138 leşkerên artêşa Îsraîlê mirine û 11 hezar û 730 leşker jî ji aliyê "fîzîkî û derûnî ve birîndar bûne."
Hat diyarkirin ku ev hejmar hêzên ewlehiyê yên li derveyî artêşê li xwe nagire.
Her wiha hat gotin ku "beşeke berbiçav" a leşkeran pêşniyarên bilindkirina pileyê red kiriye û li artêşê karên "rihettir" ên li paşperdeyê yan jî malnişîniyê dixwazin.
Di 3 salan de cebilxaneya 30 salan hat xerckirin
Li gorî raporê, piştî ku artêşa Îsraîlê dest bi êrişên li ser Xezeyê kiriye, di 3 salên dawî de bi qasî 30 salan cebilxane xerc kiriye.
Hêzên asmanî jî di 3 salên dawî de bi qasî 9 salên asayî çalakiyên asmanî pêk anîne.
Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê rojane bi navînî 53 hezar leşkerên suxme (cihgir) li ser kar dihêle.
Lêçûna xizmeta leşkeriya suxme ya mehekê ya sala borî nêzîkî 2,1 milyar şekel (nêzîkî 702 milyon dolar) e.
Ev jî bi qasî lêçûna 7 balafirên şer ên F-35 an jî 70 tankên Merkavayê ye.
Li Xezeyê 5 tabûr bi cih bûne
Li gorî raporê, li derdora Xeta Zer a ku ji sedî 60ê Xezeyê li xwe digire 5 tabûrên artêşa Îsraîlê bi cih bûne.
Ji bilî vê, li seranserê sînor 2 tabûr û hêzên cuda kar dikin.
Hat gotin ku berdewamiya vê bicihbûna leşkerî lêçûneke mezin li ser artêşê çêdike lê artêş ji bo fînansekirina operasyonên xwe nikare budceya pêwîst ji Wezareta Darayiyê wergire.
Alîkariyên Amerîkayê
Li aliyê din, di rapora rojnameyê de behsa alîkariya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê jî hat kirin.
Hat destnîşankirin ku îdareya Washingtonê di 10 salên dawî de nêzîkî 33 milyar dolaran alîkarî daye Îsraîlê û artêşa Îsraîlê bi vê yekê şiyana xwe ya leşkerî xurt kiriye.
Di raporê de hat diyarkirin ku peymana alîkariyê ya Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê dê sala 2028an bi dawî bibe û Îsraîl ji bo peymaneke nû ya 10 salî xebatên xwe didomîne.
Her wiha hat gotin ku divê artêşa Îsraîlê hem ji bo parastina çavkaniyan hem jî ji bo "parastina personelên xwe" dest bi kêmkirina hêzên xwe yên leşkerî bike.
Li hêla din, li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji nav Xezeyê, di êrişên Îsraîlê yên ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve yên li ser Xezeyê de herî kêm 73 hezar û 420 Filistînî mirine û 174 hezar û 369 kes jî birîndar bûne.



