Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê got ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu bi êrişên xwe yên dawî yên li ser bakurê Sûriyeyê welatê xwe "ber bi pevçûneke bêwate ya li gel Tirkiyeyê ve dehf dide."
Di nivîseke edîtoryal a rojnameyê de êrişên Tel Evîvê yên li ser Sûriyeyê û daxuyaniyên rayedaran ên li ser Tirkiyeyê hatin rexnekirin.
Di nivîsê de hat diyarkirin ku beriya hilbijartinên li Îsraîlê zimanê siyasî yê li dijî Tirkiyeyê tund bûye.
Hat ragihandin ku birêvebiriya Netanyahu ya ku dihat pêşbînîkirin êrişên xwe yên li ser Xeze û Libnanê zêde bike, niha berê xwe daye Sûriyeyê.
Netanyahu van êrişan wekî "pêngavekê li dijî berfirehbûna hebûna Tirkan a li herêmê" diparêze lê belê Tirkiye û Amerîkayê ev angaşt red kirin.
Hişyariya Tom Barrack
Di nivîsê de hişyariyên Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriye û Îraqê Tom Barrack jî cih girt.
Barrack hişyarî dabû ku ev êriş dikarin di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bibin sedema pevçûneke leşkerî ya rasterast.
Rojnameya Haaretzê diyar kir ku divê Îsraîl guh bide hişyariyên Barrack û got ku divê birêvebiriya Tel Evîvê "jirûbirûbûna li gel Tirkiyeyê dûr bikeve."
Di nivîsê de hat gotin ku di pêvajoya dabînkirina aramiya Sûriyeyê de Îsraîl aktorên herêmî û bi taybetî jî Amerîkayê ji xwe dûr dixe.
Di nivîsê de ev îfade hatin bikaranîn:
"Dabînkirina ewlehiyê û rêlibergirtina gefan tenê bi bombekirinê pêk naye. Ev yek cihê dîplomasiyê û polîtîkayeke bihiş nagire.
Lê di serdema Netanyahu de ev têgih ji wateya xwe derketine."



