Hewlêr (Rûdaw) - Hat angaştkirin ku birêvebiriya Îsraîlê biryar daye ku agahiyên sîxuriyê nede Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack.
Sedema vê yekê "helwesta wî ya dijî Îsraîlê" hatiye nîşandan.
Li gorî nûçeya rojnameya Maarivê ya Îsraîlê, çavkaniyeke siyasî ya payebilind a Îsraîlê li ser mijarê axiviye.
Wê çavkaniyê diyar kiriye ku birêvebiriya Tel Evîvê bertek nîşanî Barrack daye.
Sedema vê bertekê ew e ku Barrack êrişa Îsraîlê ya 18ê Tebaxê ya li dijî Baregeha Asmanî ya Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê şermezar kiriye.
Li gorî nûçeyêm her wiha wî xwestiye ku Tirkiye jî tevlî meseleya Xezeyê bibe.
Hat zanîn ku ji ber ku Barrack "li aliyê Îsraîlê cih nagire" biryar hatiye dayîn ku parvekirina sîxuriyê (îstixbarat) ya bi wî re bê rawestandin.
"Xeta Barrack dibe sedema dilgiraniyê"
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku birêvebiriya Tel Evîvê ji qelsbûna pêbendbûna Amerîkayê ya demdirêj a ji bo ewlehiya Îsraîlê her ku diçe zêdetir dilgiran dibe.
Li gorî nûçeyê, xeta Barrack ku di hevdîtinên Îsraîl û Sûriyeyê de roleke girîng dilîze dibe sedema dilgiraniyê.
Berê jî hatibû angaştkirin ku Barrack xetekê diparêze ku ji hewcedariyên ewlehiyê yên Îsraîlê re hestyar nîne.
Her wiha ew wekî kesekî ku carnan “bi zimanekî dijminane” diaxive hatibû pênasekirin.
Tewr hatibû angaştkirin ku Netanyahu wî "wekî kesekî dijmin" dibîne.
Barrack herî dawî gotibû ku Îsraîlê beriya êrişa li dijî Ebû Zuhurê Amerîka agahdar nekiriye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî ev daxuyanî derewandibû.

.webp&w=3840&q=75)

