Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku rayedarên Sûriye û Îsraîlê li Urdinê civiyane.
Ev civîn bi armanca kontrolkirin û kêmkirina aloziyên di navbera her du welatan de hatiye lidarxistin.
Li gorî agahiyên 2 çavkaniyên agahdar, Wezîrê Karên Derve Sûriyeyê Esed Şeybanî û Serokê Mossadê yê Îsraîlê Roman Gofman beşdarî civînê bûne.
Malperê diyar kir ku naveroka civînê dîtina rêbazên aramkirina aloziyan û pêşîgirtina li şerê di navbera Şam û Tel Evîvê de bûye.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê li ser vê civînê ti daxuyanî nedane.
Li gorî nûçeyêm, Esed Şeybanî jî bersiva pirsên Axiosê nedaye.
.webp&w=3840&q=75)


