Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ji Çiyayê Hermonê (Cebel Şêx) ragihand ku ew dê rê nedin Tirkiyeyê ku berjewendiyên wan bixe metirsiyê
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê hêzên welatê xwe yên li Çiyayê Hermonê ziyaret kirin.
Wî ragihand ku dê hêzên wan li ser wî çiyayî bimînin da ku rê li ber gefa komên çekdar bigirin.
"Em dê li herêma ewlehiyê bimînin"
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îro daxuyaniyek da.
Israel Katz di daxuyaniya xwe de got, "Em dê li Çiyayê Hermonê yan jî li herêmên ewlehiyê bimînin, heta ku gefa cîhadiyan a li dijî dewleta Îsraîlê hebe."
Kanûna Pêşîn a 2024an, komên çekdar ên wê demê yên Sûriyeyê rejîma Esed rûxand û li wî welatî hikûmetek ava kir.
Kêmtir ji mehekê piştî rûxîna desthilata Esed, hêzên artêşa Îsraîlê ji Bilindahiyên Golanê bi rê ketin û Çiyayê Hermonê kontrol kir.
Wan di heman demê de çend herêmên din ên Sûriyeyê yên li parêzgehên Dera, Quneytra û gundewarê Şamê jî girtin.
"Peyam ji bo serokê Sûriyeyê zelal e"
Israel Katz di axaftina xwe de peyamek rasterast da Şamê û got:
"Peyam ji bo serokê Sûriyeyê zelal e: Dema tu serê sibehê li koşka xwe ya li Şamê ji xew radibî, berê xwe bide Çiyayê Hermonê û artêşa Îsraîlê bibîne. Bizane ku em ji bo parastina civak û sînorên xwe li vir in."
Katz bal kişand ser gavên Tirkiyeyê jî û got:
"Em li dijî hewleke Tirkiyeyê sekinîn ku dixwest li Sûriyeyê pêgehekê ava bike bi awayekî ku berjewendiyên ewlehiya Îsraîlê dixist metirsiyê.
Me helwesta xwe eşkere kir û di paşerojê de jî em dê bi israr li ser vê helwesta xwe bimînin."
Êrişa li ser balafirgehê
Balafirên şer ên Îsraîlê 18ê Tebaxa 2026an, 8 mûşek avêtin Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li parêzgeha Îdlibê.
Li gorî zanyariyên îstîxbaratî yên Îsraîlê, êriş tam di wê demê de pêk hatiye ku şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê bi armanca nûjenkirina balafirgehê çûbû wê derê.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ev êriş wekî "destdirêjiyeke bêhincet" bi nav kir.
Şamê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku helwestekê nîşan bide.
Amerîka dilgiran e
Washingtonê li ser êrişa Îsraîlê dilgiraniya xwe anî zimên.
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barack ragihand ku êrişa Îsraîlê "zêdekirineke nepêwîst a aloziyan e."
Amerîka wisa difikire ku hikûmeta Ehmed Şer a li Sûriyeyê xwedî helwesteke şerxwaz nebûye û baştir e ku alî serî li dîplomasiyê bidin.
.webp&w=3840&q=75)
_(1).webp&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)