Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê bi nêzîkbûna sala nû yê xwendinê re Sendîkaya Egîtîm Senê li Enqereyê komxebatek li dar xist.
Komxebat bi dirûşma "Ji bo wekhevî û azadiyê Komcivîna Perwerdehiya Demokratîk" tê kirin û dê heta 29ê mehê berdewam bike.
Ji Herêma Kurdistanê jî mêvan beşdarî komxebatê bûn.
Di beşeke komxebatê de dê mijara xwendina bi zimanê Kurdî were gotûbêjkirin.
Li Enqereyê Komxebata 6emîn a Perwerdeya Demokratîk bi serperiştiya Egîtîm Senê dest pê kir.
Di komxebata îsal de mijarên sereke yên di perwerdeyê de demokrasî û wekhevî ne.
Ji bo komxebatê ji gelek welatên cuda û her wiha ji 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdar hatine Enqereyê.
Serokê Egîtîm Senê Kemal Irmak li ser komxebatê got:
“Em nikarin bi gotûbêjeke 5 rojan hemû pirsgirêkên sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê biaxivin lê li pişt vê komxebatê karekî salekê heye.
Salek e ku em li ser Komxebata Perwerdeya Demokratîk dixebitin.
Di nava 5 rojan de jî em dê li ser raporên xwe yên salekê gotûbêjan bikin.”
Sekreterê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş jî anî zimên:
“Ji bo vê komxebatê em 2 salan xebitîn.
Ji 81 bajarên Tirkiyeyê mêvanên me hene.
Her wiha ji gelek deverên cuda yên cîhanê jî mêvan û delegeyên me beşdar in.
Em dê li ser pirsgirêkên perwerdeyê biaxivin û endamên me dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
Bi nêrîna min mijara herî girîng xwendina bi zimanê dayîkê ye.”
Beşdariya ji Herêma Kurdistanê
Ji Herêma Kurdistanê, ji Dihok û Hewlêrê nûnerên Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê beşdarî komxebatê bûn.
Mêvanên ji Herêma Kurdistanê dixwazin bi tecrubeya perwerdeya li Herêma Kurdistanê sûdê bidin komxebatê.
Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê Ehmed Sabir Germiyanî got:
“Em gelekî kêfxweş in ku li Enqereyê beşdarî komxebata Egîtîm Senê bûn.
Pêwendiyên her du aliyan gelekî girîng in. Wekî Egîtîm Senê û Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê û Herêma Kurdistanê.
Meha borî Egîtîm Sen jî hat Hewlêrê û beşdarî korbenda perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bû ku ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve hatibû kirin.”
Endamê Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê Elî Mihemed Emîn Elî jî got:
“Her wekî çawa Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî piştgirê vê pêvajoyê bûne, fikra me jî ew e ku rêyên aştiyê û civînên bi vî rengî dê bandoreke zêdetir a erênî li gihandina daxwazên xelkê me bikin.
Ji ber ku gelek caran şer û alozî bûne sedem ku xelkê me nekariye dengê xwe bi başî bigihîne.”
Komxebata îsal a Egîtîm Senê dê 5 rojan berdewam bike.
Di roja dawî de ku 29ê mehê ye, dê li ser rewşa xwendina bi Kurdî gotûbêj werin kirin.


.webp&w=3840&q=75)
