Hewlêr (Rûdaw) - Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li peravên Umanê tankereke ku di Tengava Hurmizê re derbas dibû bi 3 cebilxaneyan hatiye armanckirin ku çavkanî û cureya wan nediyar e.
UKMTOyê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev bûyera li Tengava Hurmizê, bi dûrahiya 17 mîlên deryayî li rojhilatê bajarê Xesabê yê Umanê pêk hatiye.
Kuştî û birîndar nînin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 3 cebilxaneyên ku çavkanî û cureya wan nayê zanîn li tankerekê ketine.
Her wiha hat eşkerekirin ku di bûyerê de ti zererên canî çênebûne û bûyerê ti bandora neyînî li jîngehê nekiriye.
Hişyariya ji bo keştiyan
Di daxuyaniyê de hat tomarkirin ku rayedaran li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.
UKMTOyê hişyarî da keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibin da ku baldar bin.
Her wiha ji wan xwest ku rewşên gumanbar ji UKMTOyê re ragihînin.


