Enqere (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK) Komxebata Sêyemîn a Jinan li Enqereyê li dar dixe ku mijara sereke aştî ye.
Beşdarên komxebatê dibêjin jin aktorên sereke yên aştiyê ne û pêwîst e jin di pêvajoya aştiyê de xwedî roleke zêdetir bin.
Di komxebata îsal de dê rola jinan a di nav jiyana civakî û aborî de û her wiha mijara tundiyê jî were gotûbêjkirin.
Di konferansê de mijareke sereke jî rola jinan a di pêvajoya aştiyê de bû ku jin wekî avaker û beşek ji aştiya civakê hatin pênasekirin.
Nivîskar û çalakvan Leylan Sidîqê got:
“Li vir peyama herî girîng ew e ku em dibêjin di vê pêvajoyê de pêwîst e jin çalak bin.
Dema ku jin di hemû qadan de hebe wê demê çareserî jî zûtir pêk tê.
Jinên me yên Kurd bi leçikên xwe yên spî gelek caran şer rawestandine.”
Tundiya li hemberî jinan hat gotûbêjkirin
Konferansa jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” tê lidarxistin.
Ji bilî mijara pêvajoya aştiyê, her wiha rola jinan a di jiyanê de, keda jinê, bandora koçberiyê ya li ser jinan û mijara tundiya li hemberî jinan jî hatin gotûbêjkirin.
Sekretera Haber Senê Gulseren Gungorduyê anî ziman:
“Em komxebata xwe ya sêyemîn a jinan di serdemeke gelekî hestyar de pêk tînin.
Em komxebata xwe di serdemeke wisa de dikin ku hem ji bo civakê, hem ji bo jinan û hem jî ji bo Rojhilata Navîn serdemeke krîtîk e.”
Huriye Yilmaza ji Yapi Yol-Senê diyar kir:
“Gelekî girîng e ku ev komxebat li ser navê jinan tê kirin.
Reng, deng û helwesta jinan her dem bandoreke erênî li aştiya cîhanê kiriye.”
Gulcan Tarkana ji Yeşîl Yolê da zanîn:
“Têkoşîna jinan têkoşîneke hevbeş e. Li her derê jin amade bûne.
Dema ku me govend digerand jî min digot 'em jin bi têkoşînê re coşa xwe jî mezin dikin' ji ber ku jin bingeha hemû jiyanê ye.”
Konferansa jinan dê heta 6ê mehê berdewam bike.
Di konferansê de dê rapor û xebatên li ser jinan ên ku hatine amadekirin werin pêşkêşkirin.



